Serokê Konseya Mafê Mirovan a Kantona Cizîrê Senharîb Bersûm, teqîna îşev a li Qamişlo ya ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dan şermezar kir, got êrîşên ku gelê Xristiyan dikin hedef ti car nagihêjin armancên xwe.
Serokê Konseya Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê Senharîb Bersûm serdana welatiyên birîndar ên teqîna bajarê Qamişlo kir. Bersûm ji malbatên qurbaniyên teqînê û tevahiya gelê Rojava re sersaxî xwest.
Bersûm teqîna ku îşev ji li bajarê Qamişlo rû da û di encamê de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 10 kes birîndar bûn bi tundî şermezar kir. Bersûm da xuyakirin ku careke din gelê Rojava bi taybet pêkhateya Xristiyan hatiye hedefgirtin û ev êrîş wê ti caran negihêjin armancên xwe.