Bendewariya ketina Teroyan didome

Togrûl ê ku li hember astengkirina ketina Teroyan bertek nişan da û pirs kir ku “Ferman ji Eneqerê hatiye girtin?” Tûrgûl diyar kir ku tevî hemû astengiyan wê piştgiriya gelê xwe bidomînin.

Der heqê berxwedana li hember kampa AFAD a li herêma Teroyan a Gurgumê û têkildarî astengiya ketina herêmê, Parlementerê HDP’ê Mahmût Togrûl li pêşiya avahiya Mala Cem a Narliyê axivî û astengkirina ketinê wiha pirs kir: “Ferman ji Enqerê hatiye?” Togrûl diyar kir ku tevî hemû astengiyan wê piştgiriya gelê xwe bidomînin.

Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Torgûl ê ku ji bo piştgiriya berxwedana Teroyan gelê dihat Gurgumê, li Taxa Narli ya Mala Cem pêşwazî dikir, bertek nîşanî astengiyên polîs û leşkeran a li pêşiya Mala Cem pêk tînin da. Togrûl bi bîr xist ku ketin û derketina Gurgumê hatiye astengkirin û ev anî ziman: “Yên ku ji aliyê Qeyseriyê ve jî hatin hatine girtin. Kesên ku ji aliyê Dîlokê ve jî tên li nêzî kargeha çîmentoyê hatine girtin. Yên ku ji aliyê Semsûrê ve li fitlanoka Çaglayancerîtê jî hatine rawestandin. Bi awayekî herî vekirî naxwazin bikevin bajar û bi vî şêweyî jî bûyeran terorîze dikin.”

Togrûl da xuyakirin ku Mala Cem a Narli bi TOMA û wesayîtên Akrep hatiye dorpêçkirin. Togrûl wiha got: “Diyar kirin ku wê mudaxele bikin, biryara walîtiyê heye. Em li benda saziyên me ne, dema ku hatin em bi biryar in ku bikevin Teroyan.” Togrûl herî dawî ev bi lêv kirin: “Min ji fermandar re got ev nêzîkatiya we ya li hember me ne rast e. Fermandar jî ragihandin ku ‘îdareya navendî me dixe nava zehmetiyan.’”

Rawestandina nearam a li pêşiya avahiya Mala Cemê bi protestoyan dewam dike.