Ji bo rakirina cenazeyê xwedekarê Zanîngehê Cîhan Karaman, parlamenterên HDP'ê Ferhat Encu, Leyla Bîrlîk û Tûba Hezer tevî malbata Karaman ketin nava Cizîrê lê ji ber astengiya hêzên dewleta Tirk, neçar ma vegerin bajarokê Kasrîkê. Parlamenteran û malbatê li vê derê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Parlamentera HDP'ê Tûba Hezer daxuyanî da û diyar kir, ku tevî biryara tedbîrê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî, hêzên dewletê nehiştine Karaman sewqî nexweşxaneyê bê kirin. Hezer got, "Dewleta Tirk bi rê nedayîna ambûlansê û ne dermankirina Karaman re bû sedem ku jiyana xwe ji dest bide. Cenaze niha li jêrzemîna avahiyekê ye. Ji bo rakirina cenaze û 28 birîndarên li jêrzemîna vê avahiyê, em çûn Cizîrê. Tevî hemû hewldanên me, ku em bi qeymeqam re jî axivîn, destûr ji me re nehat dayîn. Ji ber ku ti encam bi dest neket, em ji neçarî vegeriyan."
Piştre bavê Karaman Latîf Karaman axivî û diyar kir, ji ber ambûlans nehatiye şandin gelek xwîn ji kurê wî çûye û jiyana xwe ji dest daye. Karaman got: "Bi vî rengî dixwazin me tine bikin. Jiyanek çû wê bi hezaran Jiyan bên. Bi vî rengî nikarin me tine bikin, teslîm bigirin. Ew şehîdê Kurdistanê ye. Bila serê Kurdistanê sax be. Ev civak wê têkoşîna xwe bidomîne. Bijî têkoşîna azadiya Kurd."
Malbata Karaman destnîşan kir ku heta ku cenazeyê kurê xwe rake, ew ê li bajarokê Dêrgulê bimînin.