BI DÎMEN

Bav li Cizîrê, kur li Kobanê hatin qetilkirin

Bavê 5 zarokan Abdul Cebbar Takin ê 42 salî, li taxa Cûdî dema diçû destşoya li hewşa mala xwe, ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin.

Bavê 5 zarokan Abdul Cebbar Takin ê 42 salî, li taxa Cûdî dema diçû destşoya li hewşa mala xwe, ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin. Zeycan Taşkin diyar kir, ku dewletê hevserê wê weke 'terorîst' daye nîşandan û got, "Hevserê min Abdul Cebbar li Şaredariyê weke xebatkarekî paqijiyê dixebitî. Pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê hebû. Destşo li hewşa malê bû. Ez bi xwe pê re çûm heta ber derî. Di wê kêliyê de sekvan gule berdayê."

Wehşeta dewletê ya li Cizîrê gelek malbat parçe kir. Bavê 5 zarokan Abdul Cebbar Taşkin di şeva sersalê de dema diçû destşoya li hewşa mala xwe ji aliyê sekvanên dewleta Tirk ve hat qetilkirin. Hêzên dewletê her wiha nehiştin cenazeyê wî jî li axa lê ji dayik bûye bê veşartin û gefa "Cenazeyê xwe li cihekî din veşêrin, naxwe em ê hal bikin" li malbata Taşkin xwarin.

Zeycan Taşkin anî ziman, ku wan ji neçarî cenazeyê hevserê xwe li Cizîrê veşartine û diyar kir, di nava salekê de ji malbata wan 2 cenaze hatiye rakirin. Taşkin da zanîn, ku kurê wê Ferhat Taşkin (Ferman Agir) di şerê beriya salekê yê li hemberî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da û got, "Kurê min ji aliyê DAIŞ'ê, hevserê min jî ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin qetilkirin. Di nava salekê de du cenaze ji nava mala min derket. Dewleta Tirk ji DAIŞ'ê bêhtir bêrehm êrîş kir. Bi rojan em nikarîbûn derkevin derveyî mala xwe. Hevserê min di şeva sersalê de dema diçû destşoyê ji aliyê sekvanên li pêşberî mala ve hedef hat girtin û hat qetilkirin. Dewlet ji bo vê jî dibêje 'operasyona aramiyê'. Wehşeta li hemberî gelê Cizîrê hatiye kirin wê ti carî ji bîr nebe. Kurê min, hevserê min ji aliyê van ve hatin qetilkirin, ez êdî bi ti awayî bi van re li hev nakim. Ev ne Misilman in! Bila wehşeteke bi vî rengî neyê serê ti zindiyan."

Tezcan Taşkin diyar kir, ku berî 25 salan ew ji Agirî hatine Cizîrê û anî ziman, piştî qetilkirina hevserê wê, cîhan bi serê wan de rûxiya ye. Taşkin got, "Ez bi xwe ji Agirî me. Hevserê min ji Cizîrê bû. Van barbaran tevî 4 zarokên sêwî, ez bi tenê hiştin. Hevserê min li Şaredariyê weke xebatkarê paqijiyê dixebitî û debara zarokan dikir. Temamiya berpirsyariya van zarokan niha li ser milê min e. Yên ev zilm li me kirine, bila Xwedê heman zilmê derxîne pêşiya wan jî. Çi ji me xwestin? Gelo ji wan heye bi qetilkirinê re dikarin vî gelî biqedînin? Bawer bikin, sibe zarok, xwişk û birayên mirovên hatine qetilkirin, wê bi kîn û hêrseke mezin ji bo tolhildanê derkevin pêşiya wan."