Balafirên şer ên Tirk Qendîl bombe kir
Ji Herêmên Parastinê yên Medyayê Qendîl ji aliyê balafirên şer ên Tirk hate bombekirin.
Ji Herêmên Parastinê yên Medyayê Qendîl ji aliyê balafirên şer ên Tirk hate bombekirin.
Ji Herêmên Parastinê yên Medyayê Qendîl ji aliyê balafirên şer ên Tirk hate bombekirin.
Bombekirin roja Înê ku gelê sivîl bi awayekî zêde tên geştê, domahiya 5 saetan dewam kir.
Li Qendîlê danê nîvro saet ji 12.00’an heta 17.00’an balafirên şer ên Tirk bi pişgiriya pêgerên hewayî yên keşfê ve ji jiyangehên gelên sivîl, derdora gundê Bokrîska, gundê Xobyan, gundê Enzê bi awayekî dijwar bombe kirin. Di bombekirinê bi tesadufî ti kes nemirin, zeviyên gundiyan zerar dîtin. Di encama bombekirinê de zom û baxçeyên gundiyan bi awayekî xirab bandor bûn.