Bakirhan li Agiriyê serdana dikandaran kir, li daxwazên wan guhdarî kir

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Agiriyê serdana dikandaran kir û got, ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê piştevanî û yekîtî bê xurtkirin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan li Agiriyê serdana dikandaran kir.

Bakirhan li Bûlwara Tahîr Elçî bi eleqeyeke mezin hate pêşwazîkirin. Bakirhan di serdanê de guh da daxwaz û pêşniyarên dikandaran û got, ji bo çareseriya pirsgirêkan bi xwedîderketina li îradeya gel û têkoşîna bi yekîtiyê dibe.

Bakirhan işaret bi pêvajoyê kir kir û ragihand ku ew di demeke krîtîk de ne û çareserî û aştiay civakî tenê bi têkoşîna rêxistinbûyî, bi mezinkirina yekîtî û piştevaniyê dibe.