BI DÎMEN

Bahoz Erdal: Divê gelê me baweriya bi derewên AKP’ê nîne

‘Nûçeyên wek 3-4 roj berê li Qamişloyê teqînek çêbûye û em hatine hedefkirin ne rast in. Tiştekî wisa nîne. Divê gelê me vê rastiyê bizane, baweriyê bi derewên dijmin nîne.”

Yek ji Fermandarê HPG’ê Dr. Bahoz Erdal, têkildarî nûçeyên medyaya Tirk ên ku der barê wî de derketibûn îro ji Radyo Dengê Kurdistanê re axivî. Erdal, destnîşan kir ku nûçeyên medyaya Tirk derveyî rastiyê ne.

Bahoz Erdal beşdarî Dengê Radyoya Kurdistan bû û wiha got:

“Dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê diyar kir ku li Qamişlo êrîş pek hatiye. Têkildarî êrîşê nûçeyên derew weşand. Me nedixwest em bersîv bidin. Gelê me baş dizane ku nêzî 35 sal in dagirkeriya Tirk bi polîtîkayên înkarê dimeşîne şerekî taybet dimeşîne. Li gel hemû şerê taybet têk diçe û bi ser nakeve. Ji ber li dijî têkoşîna gelê Kurd bi ser nakeve vê carê serî li şerê psîkolojîk dide. Gelê me vê rastiyê baş dizane. Ji bo rastî baştir ronî bibe me pêdivî bi daxuyanî dît. Ev şerekî taybet e. Berdewama şerê psîkolojîk û taybet ê AKP'ê ye. Dixwaze gelê Kurd bi vî şerê psîkolojîk têk bibe. Di vî şerî de dibe her dem şehadet pêk bên. Me ev rastî jî da ber çavan. Em ji hevalên xwe yên din ne baştir in.

Her ku Şoreşa Rojava gavan pêş ve davê û derbeya mezin li DAIŞ'ê dixe, tirsa AKP'ê û dewleta Tirk mezintir dibe. Her ku têkiliya DAIŞ'ê û Tirkiye ya li ser bazirganiyê derdikeve holê, AKP ji bo van têkiliyan veşêre serî li van rêbazan dide. Ditirse ku rastî eşkere bibe. AKP naxwaze têkiliyên wê yên reş ên bi DAIŞ'ê re derekve holê. Ji ber vê yekê serî li rêbazên taybet dide. Ji ber hebûna xwe di hebûna DAIŞ'ê de dibîne, naxwaze DAIŞ têk biçe. AKP'ê û dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê komkujî pêk aniye. Naxwaze hesabê vê komkujiyê bide. Ditirse ku hesabê vê komkujiyê bide. Komkujiya ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê pêk aniye û komkujiya DAIŞ'ê li Kobanê û Şengalê pêk aniye heman feraset û hişmendî ye.

Desthilatdariya AKP'ê ji bo têkçûna xwe ya li hemberî Têkoşîna Azadiya Kurd veşêre serî li van lîstik û derewan dide.

Desthilatdariya AKP'ê li dijî gelê Kurd û Tevgera Kurd sûcê mirovahiyê meşand. AKP û Erdogan ditirse hesabê vê yekê bide.

Em şervanên welatê xwe ne. Em ne mecbûr in cihê xwe ji desthilatdariya AKP'ê re bêjin. Şoreşa Kurdistanê çi hewce bike em li wir in. Em di xizmeta şoreşa Kurdistanê de ne. Ya muhîm ew e ku medya dijmin nûçeyên derewan belav dike û dixwaze bi van nûçeyên derew bandorê li ser gelê me bike û rojeva xwe çêke. Ti eleqeya vê nûçeyê û rastiyê bi hev tune ye.

Divê gelê me berî her tiştî armanca van nûçeyên derew zanibe û bi van nûçeyên nexape. Em dîsa gelê xwe silav dikin. Em her dem di şopa şehîdên xwe de ne."