Ayata diyar kir, ji sala 1980'ê û vir ve gelek hikûmet hatine guhertin, lê zîhniyeta darbeyê hê jî di asteke bilind de dewam dike. Ayata destnîşan kir, li hemberî vê yekê, bi ruhê 14'ê Tîrmehê berxwedaneke mezin tê meşandin.
ZEYNEP N. BOTAN/FERZAND SERHED
BEHDÎNAN/ANF
çarşem, 13 tîrmehê 2016, 08:26
Ayata diyar kir, ji sala 1980'ê û vir ve gelek hikûmet hatine guhertin, lê zîhniyeta darbeyê hê jî di asteke bilind de dewam dike. Ayata destnîşan kir, li hemberî vê yekê, bi ruhê 14'ê Tîrmehê berxwedaneke mezin tê meşandin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûzaffer Ayata, ku yek ji berxwedêrên zîndana Amedê ye, darbeya faşîst a 12'ê Îlonê û berxwedana mezin a 14'ê Tîrmehê, ji ANF'ê re nirxand.
Hûn dikarin hinekî qala şert û mercên sala 1980 bikin?
Di serî de ez sembolên mirovatiyê hevalên Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş, Alî Çîçek, Akîf Yilmaz, her çar hevalên bedena xwe dan ber agir ji dil û hurmet bi bîr tînim. Di şexsê van hevalan de kesên ku di wê demê de şehîd ketine careke din bi rêzdarî bi bîr tînim. Ji ber ku wan kesan di demeke herî reş û tarî de ronahî dan rêya me û diwarê zilmê hilweşandin. Her wiha bi berdewamiya berxwedana wê demê re kesên ku niha di zîndanan de têdikoşin, ez wan silav dikim û berxwedana wan pîroz dibînim.
Bêguman sala 1980 sala tekoşîna berxwedana li hemberî faşizmê, dagirkeriyê bû. Ji bo tekoşîna zîndanan sala 1982 saleke giran bû. Sala 1980, Kenan Evren û ekîba wî bi zihniyeteke dagirker xwestin vîna gelê Kurd binpê bikin. Li Kurdistanê wê demê tevgera me hîn ciwan bû. Nû tev direşand. Ji wan hebû ku bi qirkirinên Dersîm, Agiriyê wan agir temirandine. Ewqas ji xwe bawer bûn ku Kurd ji holê rakiribûn. Digotin Mûhayyele Kurdistan meftûne. Yanî xeyala Kurdistana me di mezel de ye. Yanî mafê xeyal çêkirinê jî ji me re nas nedikirin.
Ti Xweda, ti îlah ewqas li ser tabiatê hikum nedikir. Ji herkesî re bi awayekî mafê jiyanê dihat naskirin. Lê pergala Tirkiyeyê bê qeyît, bê şert dixwest Kurdan ji nava dîrokê rakin. Mafê jiyanê yê herî biçûk jî nedihat dayîn. Zîhniyet weke zihniyeta îro yek milet, yek al, yek dewlet bû. Tam wekî Hîtler.
Sala 1980'an cîhan diguherî, lê Tirkiye di faşîzm û dagirkeriyê de guhertin çênekir. Berevajiyê vê hîn zêdetir faşizm pêk anî. Gelê Kurd û Tirk di nava hev de dijiyan. Tirkan dikarîbûn di wan şertan de rêyek ji Kurdan re vekirana, mafekî jiyanê bi rêya demokratîk bida Kurdan. Lê wisa nekirin. Pergalên derve wek DYA, Ewropa, NATO jî li hemberî sosyalîzme piştgirî didan Tirkiyeyê. Rêxistinên Sosyalîst jî ne tam li ser hev bûn. Lê dînamîzm, tevger hebû.
Di wê demê de tekoşîna PKK'ê çawa bû, bingeha 12 Îlonê çawa hat avakirin?
Di pêşengtiya Serok APO'de tevgera PKK ava bûbû. Piştî 76'an şûn de xebat zêdetir hatin Kurdistanê. Gelê Kurdistanê hêvî lê hatibû birîn. Ruh, can tê de nemabû. Bi rûhê PKK ve berevajiya wê rewşek derket holê. Dînamîzm, ruh û militaniya PKK ew tinebûyîn nas nekir. Got; 'gelê me bindest e, mafê wan hatiye perçiqandin, em dikarin van careke din dest bixin. Em ê ji xwe re rêya jiyanê vekin."
Dewletê jî li hemberê vê bersiva qetlîamê da pêş me. Sala 77'an hevalê Hakî Karer, piştre jî hevalê Xelîl Çavgûn şehît kirin. Xwîn rijandin. Yê ku dest bi rijandina xwînê kir, dewlet bû. Li Mereşê qetlîem kir. Tevger çawa li Mereşê bi pêş ket, xwestin wan bêdeng bikin. Xwestin Elewiyên li wê derê biperçiqînin. Rewşa Awarte îlan kirin. Dûv re jî bingeha 12 Îlonê amadekirin. Her roj ciwan dihatin qetilkirin, girtin. Artêş, Gladyo, MHP ji van rewşan berpirsiyar bûn. Li paş perdeyê amadekariya derbeyê dikirin. Sala 1977'an qetlîama 1'ê Gulanê li Teksimê 34 kes hatibûn qetilkirin. Wekî din qetlîama Çorûm hate kirin. Kom bi kom xwendekar dihatin kuştin. Ango her alî ve di nava xwînê de bû. Hemû jî bi destê dewletê dihate kirin. Kenan Evren welatê xwe bi tankan ve dagir kiribû. Dest dida ser şaredariyan, parlamentên gel. Dest datanî ser partiyan. Bi sed hezaran kes mexdûr kir, îşkence li wan kir. Dewletên derve nedikarin werin ewqas ser gelê Tirkiyê bela bîne. Lê wan li ser gelên xwe ev îşkence dikirin. Wek qeweteke îlhalî hatiye welêt tine bike. Wan pergala civakê teslîm girtibûn. Kurd jî Tirk jî li holê nehiştibûn. Civak xerakiribûn. Kî muxalîf bû ew digirtin, bêdeng dikirin. Digotin di cîhanê de tenê rastiyek heye ew jî dewlet e. Her tişt yek e. Yek dewlet, yek milt, yek al. Yanî aqleke wisa bû.
We bi xwe jî salên 1980'î dîtin, jiyan. Li zîndana Amedê berxwedaneke çawa hat nîşandan. Çima Amed hilbijartin?
Wê demê bi giranî êrîş li ser zîndana Amedê kirin. Ji ber ku pêşengên PKK li wir bûn. Kadroyên xwe zêdetir li zîndana Amedê bû. Amedê ji bo herêma baskê 7. ê artêşê navend bû. Riha, Êlih, Mêrdîn bi wir ve girêdayî bûn. PKK jî li wir pir aktîf xebitîbû. Amed bû wek navendê. Bi giranî zilm li Amedê meşandin. Xwestin li wir encam bigirin. Ji ber ku eger li wir berxwedan şikandiban cihên din hêsantirbû. Ji ber vê jî pêl bi pêl antîpropagandayên xiyanetê, teslîmgirtinê belav kirin. Ji xwe civak şikandine. Ji ber îxtimala ku kadro bi saxî derkevin û li ser civakê bandor bibin ditirsiyan. Lewma pir kes îdam kirin. Hem ji kesên çep him jî yên rast wisa kirin. Ji ber ku ev kes wexta derkevin wê hêvî bidin mirovan, rastiyê biparêzin, dest ji doza xwe bernadin. Ev jî ji bo wan serêşiyeke. Çima serê xwe bêşînin. Ji xwe dîn, exlaq, felsefe danayne aliyekî. Cîhan jî bêdeng maye. NATO, Gladyo, DYA her kes li pişta wan e. Bi vê zîhniyetê dest avêtin Amedê. Kemal Yamak Anîn kirin fermandarê baskê 7. ê artêşê. Ew jî qûwetê Tirkan yê Qibrisê bû. Di heman demê de Serokê Gladyoya Tirkan bû. Mirovekî faşîst, xwînrij, îşkencekar bû. Bi van ezmûnên xwe ve bi kadroyên kêleka wî ve wek Esad Oktay Yıldıran anîn zîndana Amedê. 1981'ê meha Sibat'ê dest bi erka xwe kir. Beriya wî jî tehdît, zilm, îşkence hebû. Lê di dema wan de gihîştibû asta herî jor. Yên li ber xwe didan avêtin hucreyan. Siharê, êvarî îşkence dikirin. Îzole kirin. Nehiştin ji derve agahî bigirin. Rojname nedidanê.
Welat perçiqiye. Kes nikare dengê xwe derxin. Roja din wê çi çêbibe ne diyare. Kes bawer nake ku wê heta roja din bijî yan na. Di nava van şert û mercan de her roj tehdît, şerê psîkolojîk nedisekinî. Digotin; 'Em ê we bikujin, hûnê teslim bibin, çarenûsa we jiyana we di destê me dey e. Lêdan, birçîhiştin, bêxewhiştin, ango çi were aqlê mirovan li hember mirov kar danîn. Jiyan dikirin jehr. Êdî her kes di vî halî de mirinê digere.
Li hemberî vê rewşê berxwedana me çêbû. Xeta PKK, xeta Mazlûm, Kemal wan me girtibû. Me terbiya Serok APO ya di her şert û mercan de berxwedayîn girtibû. Li hember faşîzmê, mîlîtarîzmê, zulm, zorê bê berxwedan encam nayê girtin.
Di sala 1981'an de cara yekemîn rojiya mirinê di pratîkê destpê kir. Heta meha Gulanê dewam kir. Piştre soz dan me, ku wê îşkenceyê nekin. Gotin dest ji rojiya mirinê berdin. Lê li ser soza xwe nesekinîn. Her ku çû şîddet, zilm, îşkence zêdetir bûn. Ji bo ku îşkence xelas bibe ya rastî her tişt hatibû kirin. Girtiyan nerazibûna xwe bi feylî bi birçîbûyînêi bi rojiya mirinê dabûn nîşandan. Lê wan li tiştekî guhdarî nekirin.
Di 14'ê Tîrmehê de berxwedaneke çawa hat meşandin. Encamên çawa derketin holê?
Li hemberê vê faşîzmê hevalê Mezlûm di sala 1982'an de çalakî kir. Piştî wî Ferhat Kûrtay û her sê hevalên din xwe şewitandin. Zilm nesekinî. Cenaze derdikevin, mirov xwe dişewitînin, her der di nava agir de ye. Dîsa jî îşkence nesekinî. Li hember vê, berxwedana 14'ê Tîrmehê derket holê. Ji ber ku dijmin dixwest di şexsê kadroyan de tekoşînê li bin bixe, ev xeterî hat dîtin. Hevalê Xeyrî 14 Tîrmehê di rûniştina dadgehê de ev îlan kir. Got 'me çikir, me çi got, we li me guhdarî nekir. Hûn ji bo dozekê me didarizînin, îşkence dikin lê hûn nahêlin em xwe biparêzin. Di van şertan de wateya jiyanê nema ye. Ji bo wê jî ez dest bi rojiya mirinê dikim'.
Hevalê Kemal jî heman tişt got. Hevalên din jî tevlî bûn. Rojiya mirinê destpê bû. Bihêlin em xwe biparêzin, mafe me yê jiyanê, nasnama me dest me digirtin. Piştî demekê hevalan jiyana xwe dest dan. Rojiya mirinê bi vî şêwazê çû serî. Bi vê berxwedanê ve pir tişt hatin şikandin.
Piştre dewletê soz da ku îşkence neke. Ser wê zilmê, teslîmgirtinê, îtîraf hemû hatin şikestin. Rojiya mirinê, ruhê 14 Tîrmehê encamek dîrokî derxiste holê. Ji wir şûn de dewletê nekarî wekî berê îşkence bikira. Kenan Evren wê demê di mîtîngekê de got; 'hinek mirov li wir hene, tu serê wan jê bikî dest ji doza xwe bernadin.'
Yanî şexsê Kemal, Xeyrî wan de îrade nayê şikandin, nayê teslim girtin. Zilm, îşkence, qetlîam çiqas hebe jî dema mirov biryar da dikare li hember cîhanê bisekine. PKK wer hat xelaskirin, li ser lingan ma. Li hember dîrokê, civakê wer îdîa û baweriya xwe winda nekir. Bi vî rengî dijmin û zilm da sekinandin. Ser girtiyan jî hejandinek mezin çêkir. Mirovan dîtin kadroyên pêşeng xwe feda dikin, ji bo zilm were sekinandin. Piştre ev berxwedan li hemû zîndanan belav bû. Encamek erenî, mezin girt. Wexta 83'an me rojiya mirinê destpê kir hema bêje hemû zîndan tevlî bû. Teslîmiyeta 12 Îlonê hat şikestin. Rojiya mirinê ya mezin bi xwe re ev anî. Biryara PKK berê jî li ser berxwedanê hebû. Serokatî partî kadro wer ava kir. Hemû kadroyan li gorî wê amadekariyên xwe kir. Berê xwe dan welat. Her kesî xwe li hemberî Kemal, Xeyriyan deyndar didîtin. Ev mîras bû gerîla, bû 15 Tebax'ê, îro bûye serhildana Cizîrê, Silopiya, Nisêbîn, Agirî. Pêl bi pêl belav dibe. Li Kurdistanê serhildan rabûn. Dewletê bi hezaran kuştinên kiryar nediyar kir, bi hezaran gund şewitand, bi mîlyonan mirov ji cih û warên wan kir, lê Kurd carekê jî neşikest. Xeta PKK'ê, fedayîbûna Kemal, Xeyriyan derkete pêş.
Bandora 14 Tîrmehê li ser roja me çawa ye? Helwesta dewletê di roja îro de çawa ye?
Her çalakî di wexta xwe de wate dibîne. Îro li ser Kurdan her çiqasî qirkirin, jenosît hebe jî em ne di 82'yan de ne. Tevger îro pir mezin bûye. Li ser xeta berxwedanê bi mîlyonan mirov 40 sal zêdetire di nava tekoşînê de ne. Çanda berxwedana heval Xeyrî, Kemalan hatiye girtin. Hezaran ciwan, jinên me şehît ketin. Şert û mercên me yê îro pir mezinin. Derfetên me zehf in. Qetlîema Sêwasê heta ya Kobanê destê dewletê tê de ye. Di hundirê sînor, derveyî sînor de hemû destê dewletê tê de bû. Ji ber ku kevneşopiyeke wan a bi xwînê heye. Desthilatiya wan li ser xwînê dimeşe. Ev yek di Qesra Osmanî de destpê dike. Bira bira dikûje, kur bavê xwe dikuje ji bo desthilatiyê. Belkî Kenan Evren miriye lê cihê wî Kenan Erdogan derketiye. Heman menzere, heman zîhniyet, heman pratîk îro di desthilatiya Erdogan de derdikeve holê. Faşîzma 12'ê Îlonê niha jî li ser gelê Kurd tê meşandin. Bi hezaran mirov di girtîgehan de ne. Lê berxwedan jî heye. Eger îro dewlet bi tank û topên xwe ve, her cure êrîşê dike, rêxistinên DAIŞ, Ergenekon, Kontra li hember PKK dixin meriyetê lê bi ser nakev ev bi saya berxwedanan ruhê 14'ê Tîrmehê ye. Eger Kurd bi çand û exlaqa 14'ê Tîrmehê li ber xwe bidei ne gengaze kes Kurdan bişkînin. 14 Tîrmehê li Kurdistanê hêvî ye. Tinebûyîn hilweşandin.
Her ku diçe rastiya vê derdikeve holê. Îro her tiştî tînin serê Kurdan. Propagandayên reş dikin. Êrîşan dikin. Ya ku van bide sekinandin berxwedan e. Ev tevgerek zarokên berxwedana 14'ê Tîrmehê ye. Li ser vê esasê careke din em dibêjin bila gelê me bi ryhê 14 Tîrmehê li ber xwe bide. Rojekê zûtir em van faşîstan ji welatê xwe derxînin, dersa mirovahiyê bidin wan. Nabe em careke din Kurdistanê bixin destê wan.