Avesta: Deklarasyona KJK'ê mîna Manîfestoya Azadiya Jinê ye
Sozdar Avesta: Deklarasyona KJK'ê mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya jinê ye. Divê em vê têkoşînê li her qadê mezin bikin. Deklarasyona Manîfestoya Azadiya jinê ye.
Sozdar Avesta: Deklarasyona KJK'ê mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya jinê ye. Divê em vê têkoşînê li her qadê mezin bikin. Deklarasyona Manîfestoya Azadiya jinê ye.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta, di bernameyeke taybet a Stêrk TV de danezana KJK'ê ya di 8'ê Adarê de hat weşandin, nirxand. Avesta di destpêka axaftina xwe de 8'ê adarê li hemû jinên li ber xwe didin û li hemû çeperan di nava lêgerîna azadiyê de ne, pîroz kir. Avesta diyar kir, ew 8'ê Adarê weke ked û hewldana sedsalê dibînin û destnîşan kir, ku weke KJK'ê ew di roja îro de vê kevneşopiyê didomînin."
'AFIRÎNERÊ TÊKOŞÎNÊ, RÊBER APO YE'
Avesta ragihand, ku danezana KJK'ê ya di 24'ê Sibatê de hat weşandin, ji bo pêşwazîkirina 8'ê Adarê, biharê û nirxandina pêvajoya heyî hatiye amadekirin û di vê çarçoveyê de xalên danezanê hatine destnîşankirin.
Avesta bibî xist ku Tevgera Azadiyê ya Kurd bi dehan salan e têdikoşe û bi têkoşîna xwe ya li her qadê re veguheriye tevgera jinê ya gerdûnî û diyar kir, divê têkoşîn bêhtir bê mezinkirin.
Avesta da xuyakirin, ku bi mehan e li Bakurê Kurdistanê berxwedaneke mezin heye, pêşengê vê berxwedanê jî jin e û got, "Li çar parçeyên Kurdistanê jin ji berxwedan û têkoşînê re pêşengiyê dikin. Wê demê ev têkoşîn, ev berxwedan li Ewropayê jî bi pêşengiya jinê tê meşandin. Lewma me 8'ê Adara îsal ji bo bîranîna hevdrêyên Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Ûyar ên ji aliylê çeteyên Qesrê ve hatin qetilkirin, li Silopiyayê dan destpêkirin û diyarî wan kir. Xala herî girîng a danezanê pêkanîna azadiya Rêber Apo ye. Şiyara me ya girîng ev e. Şiyara me jî nîşan dide ku afirînerê vê têkoşînê Rêber Apo ye. Ev deklarasyon mezinkirina têkoşîna azadiya Rêber Apo û azadiya jinê ye. Pêwîste em li her qadê vê têkoşînê mezin bikin. Deklarasyon mîna Manîfestoya Azadiyê ya Jinê ye."
'HETA RÊBER APO AZAD NEBE, EM JIN AZAD NABIN'
Avesta bibîr xist, nêrînên azad, bîrdoziya rizgariya jinê û zanista jinê jineolojî ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatine afirandin û têkiliya di navbera jinê û Ocalan de bi vî rengî pênase kir:
"Rêber Apo xwe weke xizmetkarekî di rêya azadiyê de pênase dike. Dibêje 'min bi vî rengî bibînin'. Xebatên Rêber Apo yên têkildarî jinê nû destpênekirine. Ew hevalê me yê zarokatiyê ye. Hevalê zarokatiyê yê jinê ye. Çawa ku hînê di emrê zarokatiyê de zarokên keç tevlî lîstikên xwe dikir, di têkoşîna 50 salan de jî xebata wî ya esasî xebata têkildarî jinê ye. Tevî ku li Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin jî, xebatên jinê ti carî jinedîtî ve nehatiye. Timî weke karê herî girîng dîtiye û bi wî rengî nirxandiye. Rêber Apo dibêje, 'Civaka ku jina di nav de azad nîne, ew bi xwe jî azad nîne. Her jin ji azadiya xwe berpirsyar e. Lewma divê her ji tevlî şoreşê bibe'. Rêber Apo bi awayê taktîkî nêzî jinê nebû. Bi rengekî exlaqî û wijdanî, weke mirovekî azadîxwaz û demokrat nêzî jinê, nêzî karê jinê bû. Di navbera jinê û Rêbertî de pireke ji hestên pîroz çêbûye. Bi têgihiştina azadiyê re ev pir ava bûye. Nêrînên Rêber Apo û jinê hev du temam kirine. Rêber Apo dizanîbû xîtabî ruh, dil û mejiyê jinê bike. Di ruhê jinê de têkoşîn diafirand. Ji ber vê yekê azadiya Rêbere me xala navendî ya têkoşîna me ye. Em jin dizanin, heta ku Rêber Apo azad nebe jin azad nabin. Perspektîfên Rêber Apo ruhê me yê têkoşînê afirand, yekîtî derxist holê. Yên ku herî zêde Rêber Apo fêm dikin, jin in. Rêber Apo jin fêm kir, jinê jî Rêber Apo. Lewma divê em êdî vê esareta li ser Rêber Apo ji holê rakin."