Avahiya 28 birîndar lê asê mane, hînê ji aliyê dewletê ve tê bombekirin

Avahiya li taxa Cûdî ya Cizîrê, ku ji ber topbarana hêzên dewletê 28 kes lê birîndar bûn û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, tevî ku birîndar hînê lê ne, rastî bomberdûmana hêzên dewleta Tirk tê.

Avahiya li taxa Cûdî ya Cizîrê, ku ji ber topbarana hêzên dewletê 28 kes lê birîndar bûn û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, tevî ku birîndar hînê lê ne, rastî bomberdûmana hêzên dewleta Tirk tê.

Di topbarana duh de, xwendekarê zanîngehê Cîhan Karaman ê ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo sewqî nexweşxaneyê bike biryara tedbîrê dabû û kesekî din ê nasnameya xwe zelal nebû, jiyana xwe ji dest dan. Ji 18 birîndaran rewşa 18 kesan kêlî bi kêlî giran dibe.

Navnîşana mala li Kolana Caferî Sadik a ku birîndar lê asê mane, ji bo sewqî nexweşxaneyê werin kirin, hem ji rayedarên hikûmetê hem jî ji qeymeqamî û nexweşxaneyê re hat ragihandin. Tevî ku adres hatiye ragihandin, hêzên dewleta Tirk bi taybetî bi tank û topan êrîşî vê avahiyê dikin.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz di hesabê xwe yê twitterê de ev mesaj parve kir: "Birîndarên li jêrzemîna avahiya sor a ji pênc qatan a li navnîşana 'Cudi Mah, Cafer'i Sadık sk. No:5-7' li bendê ne ku sewqî nexweşxaneyê werin kirin. Eger tiştek bi serê van sivîlên li vê navnîşana me ji hikûmetê re ragihandiye bê, berpirsyarê vî sûcê li dijî mirovahiyê wê hikûmet be. Qatên jorîn ên vê avahiya ku me navnîşana wê ji hikûmetê re ragihandine, tên bombekirin."