Asayîşa PDK'ê êrîşî nûçegihanê Rojnewsê kir

Wek êrîşên li ser çapemeniya azad a li Bakurê Kurdistanê AKP’e pêk tîne, li Başûrê Kurdistanê jî PDK’e şopdariyê dike. Endamên asayîşa PDK’ê îro li Hewlêrê nûçegînahê Rojnewsê bi giranî birîndar kirin.

Endamên asayîşa PDK'ê yên sivîl îro li Hewlêrê êrîşî nûçegihanê Rojnewsê Rovan Mihemed Reşîd û kesê ligel nûçeya çalakiya protestokirina girtina Deriyê Sêmalka dişopandin kirin. Di êrîşa bi kevir û daran pêk hatî de nûçegihanê Rojnewsê û ciwanek ji serê xwe bi giranî birîndar bûn.

Ji bo şermezarkirina girtina Deriyê Sêmalka û hebûna leşkerên Tirk ên li Herêma Kurdistanê îro saet derdora 16:45'an de li ber parlamentoya Herêma Kurdistanê ya li Hewlêrê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiya heya saet 17:30'an berdewam kir de daxuyaniyên protestokirina girtina Deriyê Sêmalka û hebûna leşkerên Tirk a li Başûrê Kurdistanê hatin dayîn. 

Piştî daxuyaniyê, dema ku girse belav dibû, endamên asayîşa PDK'ê yên sivîl nûçegihanê Rojnewsê Rovan Mihemed Reşîd şopandin. Ji cihekî dûr ê  çalakiyê xwestin alavên nûçegihanê Rojnewsê destser bikin. Dema nûçegihanê Rojnewsê li ber xwe da, endamên asayîşa PDK'ê yên sivîl bi kevir û daran êrîş kirin. Di êrîşê de nûçegihanê Rojnewsê Rovan Mihemed Reşîd û ciwanek ji ber derbeyên ji serê xwe xwarin bi giranî birîndar bûn. Nûçegîhan û birîndarên din rakirin nexweşxaneya Hewlêrê.