Artêşa Tirk xeta sînor bi awayekî dijwar bombebaran dike
Artêşa Tirk xeta sînor bi awayekî dijwar bomberdûman dikin. 14’ê Adarê balafirên şer ên Tirk li ser Qendîlê re firiyane.
Artêşa Tirk xeta sînor bi awayekî dijwar bomberdûman dikin. 14’ê Adarê balafirên şer ên Tirk li ser Qendîlê re firiyane.
Artêşa Tirk xeta sînor bi awayekî dijwar bomberdûman dikin. 14’ê Adarê balafirên şer ên Tirk li ser Qendîlê re firiyane.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk 14’ê Adarê saet 11:40’an heta 13:30’an li ser Qendîlê ya Herêmên Parastinê ya Medyayê geriyane. Daxuyaniya HPG’ê wiha berdewam kir:
“15’ê Adarê saet 04:50-05:55’an qereqola Bîlîcan a artêşa TC a li ser sînorê navçeya Çelê ya Colemêrgê; Girê Şehîd Alîşêr bi katyûşan bombe kir. Dîsa saet 10:00-10:30’an Girê Sîvrî, li derdora çeperên xwe û herêma Girê Sor daye ber çekên ferdî.
14’ê Adarê saet 09:20-21:40’an qereqola Arûş a li ser sînorê navçeya Qilaban a Şirnexê; Girê Kuro Şîno, dîsa saet 10:20-00:00’an de qereqola Elemûn; Girê Şehîd Dîlber bi navber da ber obus û hewanan.
14’ê Adarê saet 10:00-11:00’an komek leşker dema ku li girê Seyîdan a li ser sînorê navçeya Qilaban a Şirnexê kom bûn, ji aliyê hêzên gerîlayên me ve bi çekên giran hatin hedefgirtin. Di çalakiyê de têkildarî kuştî û birîndarên dijmin ti agahî nehatin bidestxistin. Piştî çalakiyê qereqola Elemûn; derdora xwe û cihê çalakiyê bi tank, obûs û hewanan bomberdûman kir.
14’ê Adarê saet 14:00-16:00’an de qereqola Şkêr a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê; qada Çiyayê Reş a girêdayî herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bi obus, hewan û tankan bomberdûman kir. 15’ê Adarê (îro) saet 05:50-06:10’an Alaya Bîlîcan û qereqola Erîş a li ser sînorê Çelê; gundê Erbîş, Girê Xeregol û qûntarên wê, gundê Zerê, Şkefta Birîndaran, Garêya Biçûk, Girê Şehîd Newal, qûntar û herêma Dola Kinyanîş bi obus, hewan û tankan bomberdûman kirin.”