Dayika Omer Urun, Gule Urun, a ku ji bo 2 ciwanên li Cizîrê rizgar bike ber bi taxê bi alên spî ket rê çû qereqola polîsan û wiha ji polîsan re got: “An hûn ê gulebaranê bi dawî bikin ez ê kurê xwe bigirin an hûn ê min jî bikujin.” Rawestandina dayikê didome.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê êrîşên qirkirinê di roja 42. de didome, 2 ciwanên bi navê Omer Urun û yekî bi navê Kasim ji bo nasnameyên xwe bigirin ji Taxa Dagkapi hewl dan biçin Taxa Cûdiyê. Dema hatin Cadeya Nisêbînê ya nêzî taxê, hêzên dewletê gule li wan reşand, ji bo xwe ji guleyan biparêzin jî xwe avêtin kolana pişt avahiya şaredariya kevn.
Dayika Omer Urun, Gule Urun, dema agahî girt ku kurê wê ji aliyê hêzên dewletê tê gulebarandin, ala spî vekir û ji bo xwe bigihêjîne kurê xwe berê xwe da cihê êrîş li ser tê kirin. Li ser dewamkirina êrîşê dayik çû qereqola polîsan û xwest polîs dawî li gulebaranê bînin. Dayikê wiha bertek nîşanî polîsan da: “An hûn ê gulebaranê bi dawî bikin ez ê kurê xwe bigirin an hûn ê min jî bikujin.” Dayik rawestandina xwe ji bo rizgarkirina kurê xwe û hevalê li gel wî didomîne.