Rojnamevan-Nivîskar Yaşar Aksû, ku di beşa çîrokan a gelek pêşbirkan de bi ser ket, hemû hatineyên ji pirtûka xwe ya 'Xelweta Kalbûnê' ya ji 7 çîrokan pêk tê, ji gelên Cizîr, Silopiya, Sûr û Nisêbînê yên berxwedêr re veqetand.
Pirtûka çîrokên rasteqîn a rojnamevan Yaşar Aksû ya bi navê Xelweta Kalbûnê ji Weşanên J&J derket. Xelweta Kalbûnê berhema Yaşar Aksû ya yekem, bi çîrokê xwe, sala 2015'an de xelata yekemîn a Huseyîn Çelebî û Deniz Firat wergirt û ji heft çîrokên taybet pêk tê. Ji bilî karê xwe yê rojnamevaniyê bi wêjeya cîhanê û bi taybetî jî ji ber ku bi salan zimanê wî yê dayikê hatî qedexe kirin, ji wêjeya Kurdî pirr hez dike û pê re eleqedar dibe. Ji ber vê yekê ye dibêje ku "ez evîndarê wêjeya zimanê xwe me û ti caran pênûsa xwe ji destê xwe bernadim."
Aksû bal kişand ser rewşa gelê Kurd û got: "Gelê Kurd ji dîrokê heya niha tevî sekna xwe ya humanîst ji destê desthilatdaran gelek zilm û qetlîam dîtiye. Ji ber vê yekê zimanê me yê dayikê her tim hatiye qedexekirin. Ji ber vê yekê çîrokên welat û welatiyên me kêm hatine nivîsandin, yên hatine nivîsandin jî gelek ji wan an bi kêmasî an jî bi çewtî hatine weşandin." Aksû di dewama axaftina xwe de got, "Ev qetlîamên niha li Kurdistanê tên kirin mîna herî zindî ye. Ez kesek bi bawerim ku pênûsê ji şûr tûjtir e. Min ji ber vê baweriya xwe çawa ku beriya niha bi pênûsa xwe têkoşîna xwe daye, ez ê ji vir pê de jî bi pênûsa xwe têkoşîna xwe berdewam bikim. Ez ê çîrokên welatê xwe, yên Kurdistanê her timî hembêz bikim, di dilê xwe de şîn bikim û bi wêjehezan re parvebikim."
Aksû di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hêza nivîsê û got: "Gotin difûre lê nivîs dimîne. Ji ber vê yekê ez bêhtir baweriyê bi nivîsê tînim. Ez bi pênûsa xwe başî û nebaşiyê, dost û dijminatiyê dinirxînim. Ez bawerim niha tişta ku herî baş ji destê min tê ev e. Ji ber vê yekê ez ê tev hatineyên pirtûka xwe ya yekem Xelweta Kalbûnê, ewên ji bo mafên xwe yên mirovatiyê, ewên ji bo xwerêveberiyê serê xwe netewandin û berdelên giran dan ên gelê Sûr, Cizîr, Silopiya û Nisêbînê parve bikim. Ji ber vê yekê ez gazî hemû wêjehezan dikim, da ku bibin alîkarên vê helmetê."
Çîroknûsê ciwan Yaşar Aksû di berhema xwe ya çîrokan a bi navê Xelweta Kalbûnê de, li ser rûpela yekem, bi kûrtenivîsa '"Min dît, her kes li ser merezên dilê xwe dikulî, lê ji ti kesan re ne xem bû, kî sax e yan jî kî mirî..." hestên xwe bi pênûsa xwe daye der û gazina bêhesasbûnên civakê rêz kiriye. Aksû wê hemû jêhatinên vê berhema xwe ya çîrokên xelatgir ji gelê Cizîr, Silopiya, Sûr û Nisêbînê re bişîne."