Çapkinê 8 meh berê hat berdan jiyana xwe ji dest da

Girtiyê nexweş Nevzat Çapkin ê 8 meh berê ji Girtîgeha T ya Beşîkduzuyê hat berdan, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Hat zanîn ku girtiyê nexweş Nevzat Çapkin ê nêzîkê 8 berê ji Girtîgeha T ya Beşîkduzu ya Trabzonê hat berdan, li nexweşxaneyeke taybet a li Amedê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Çapkin, piştî li Goristana Yenîkoyê hat şûştin, ji bo veşartinê şandin gundê Hacîreşê.

Hat zanîn ku Çapkinê nivîskar ê 29 sal li girtîgehê de maye û ji qirikê pençeşêrî bûye di merheleya dawîn a nexweşiya xwe de hatiye berdan.