8 sivîlên ku ji Sûrê hatin derxistin hatin girtin

Ji 10 sivîlên ku 4 roj berê ji Sûrê hatibûn derxistin û binçavkirin, 8 jê ji aliyê dadgehê hatin girtin û şandin girtîgehê.

10 sivîlên ku ji navçeya Sûr a Amedê êvara 2’ê Adarê dema ji bo ambûlansê hatin derxistin hatin binçavkirin û 4 roj in binçavkirî ne, piştî îfadeyên li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê birin Edliyeyê. Piştî îfadeyên li Dozgeriyê, ji bo Seda Arslan û Fatma Kaya bi daxwaza şertê venêrînê tahliye hat xwestin, 8 kes jî bi îdîaya “Nîzama destûra bingehîn xera dikin” û “Yekîtiya dewletê xera dikin” sewqî Dadgeha Nobedar hatin kirin.

8 kesên ku îfade dan dadgehê bi heman hincetan hatin girtin, Kaya û Arslan bi şertê venêrînê serbest hatin berdan.

Navên welatiyên ku ji aliyê Dadgeha Nobedar hatin girtin wiha ne: Mehmet Salih Pasin, Mehmet Çoreşoglu, Seniha Surer, Îhsan Karatay, Mesut Aygul, Mehmet Şah Pervane û Îhsan Biter.