7 şervan bi awayekî girseyî ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin

7 şervanên di dîrokên cuda ya berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê hezaran ve ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin.

7 şervanên di dîrokên cuda ya berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê hezaran ve ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin.

Îro bi armanca oxirkirina cenazeyên 6  şervanên YPG.YPJ`ê yên bi navê Mûsa Mûsa (Ristem Kobanê), Mûrad Altundag (Botan Sirûc),  Azad Hemî (Doçka Firat) û navên 3`ê tekoşeran nehatin zanîn û şervanekî Şoreşgerên Minbicê Yasir Mensûr (Abû Hisên)bi hezaran welatiyên Kantona Kobanê li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê kom bûn.

Gel cenazeyên her 7 tekoşerên azadiyê li vir wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber ve goristanê ve ketin rê. Dema girse gihişt goristana Şehîd Dicle ya li gundê Termik, cenazeyên tekoşeran hilgirtin ser milan û birin qada goristanê. Li Goristanê merasîma leşkerî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre Fermandarê QSD`ê Heqî Kobanê, li ser navê Şoregerên Minbicê Hazim Abû El-Eyîn, li ser navê Şoreşgerên Cereblûsê Armac Cereblûs û li ser navê Partiya Çep a Kurdî li Sûriye jî Hisên Elî axivîn.

Axaftvanan diyar kirin ku Goristana Şehîd Dicle şehîdên hemû pêkhateyên Sûriyeyê hembêz kiriye û gotin: “ Îro careke din goristina Şehîd Dicle 7 lehengên xwe ku ji wan 3’yan di berxwedana bajarê Kobanê de jiyana xwe ji dest dan û 4 jî yên di berxwedana dema dawiyê ya Bendava Tişrîn û gundê Zormixarê de jiyana xwe ji dest dane, hembêz dike.Di vê goristanê de şehîdên hemû pêkhateyên Sûriyeyê hatine spartin.“

Di merasîmê de wesîqeyên 4 têkoşeran ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê ve hatin xwendin. Navê 3 tekoşerên ku di berxwedana bajarê Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyên wan hatibûn dîtin, nehatin zanîn.

Cenazeyên her 7 tekoşeran bi tîlîliyên dayikan û bi dirûşmeyên “ Şehîd Namirin“ li goristana Şehîd Dicle spartin axê.

Li gorî Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê navê 4 tekoşerên ku hatin eşkerekirin wiha ne:

Nav û Paşnav:  Mûsa Mûsa

Nasnav: Ristem Kobanê

Navê Bav: Mehmûd

Navê Dayikê: Nûra

Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1997 /Gundê Şêxçopan ê Kobanê

Dîroka Tevlîbûnê: 1.3.2016

Dîrok û Cihê Şehadetê: 11.5.2016/ Gundê Zormixar ê Kobanê

 

Nav û Paşnav: Mûrad Altundag

Nasnav : Botan Sirûc

Navê Bav: Sibhî

Navê Dayikê: Ayînûr

Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1990 /Pirsûs

Dîroka Tevlîbûnê: 2015 Kobanê

Dîrok û Cihê Şehadetê: 8.5.2016/ Bendava Tişrîn

 

Nav û Paşnav: Yasir Mensûr

Nasnav: Abû Hisên

Navê Bav: Hisên

Navê Dayikê: Zehiye

Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1.1.1992/ Gundê Şêxhebîb ê Hemayê

Dîroka Tevlîbûnê: 2015

Dîrok û Cihê Şehadetê: 12.5.2016/ Gundê Hac Hisên ê girêdayî Bendava Tişrîn

 

Nav û Paşnav: Azad Hemî

Nasnav: Doçka Firat

Navê Bav: Enwer

Navê Dayikê:Zergê

Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1997/ Kobanê Gundê Dendik

Dîroka Tevlîbûnê: 1.3.2016

Dîrok û Cihê Şehadetê: 11.5.2016/ Kobanê gundê Zormixarê