7 gund û gundikên din ji çeteyan hatin paqijkirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) 4 gund, sê gundik rizgar kirin û çeteyekî DAIŞ’ê bi saxî girtin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) 4 gund, sê gundik rizgar kirin û çeteyekî DAIŞ’ê bi saxî girtin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin şervanan QSD'ê duh danê êvarê gundên Şelaliye, Biragii, Ên Cerm û Ras El-Tel û 3 gundik li bakurê gundê Mekmen ji çeteyan paqij kirin. 

Şervanan her wiha di şer çeteyek bi saxî girtin. Ev çete li derdora gundê Em Kehif ê rojavayê bajarê Şedadê hate giritin.

Operasyona şervanên QSD'ê bênavber dewam dike.