3 jinên şoreşger li Adigeyê hatin bîranîn

Di salvegera 3. de komkujiya Parîsê li Adigeyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de 3 jinên şoreşger ên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

Di salvegera 3. de komkujiya Parîsê li Adigeyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de 3 jinên şoreşger ên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigey a Federasyona Rûsyayê dijîn daxuyaniyek dan çapemeniyê û 3 jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê di 9'ê Çileya 2013'an de hatin qetilkirin, bibîr anîn.

Daxuyanî li ber avahiya Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê hat dayîn. Hevseroka Otonomiyê Sînem Broyev li vir axivî û got, "Zîhniyeta ku Sakîne û du hevalên wê qetil kir, îro li Bakurê Kurdistanê jin û zarokan qetil dike. Çawa ku çeteyên DAIŞ'ê li pêşberî berxwedana gelê me têk çûn, wê hêzên dewleta Tirk a faşîst a paşverû jî têk biçe. Şopdarên Sakîneyan Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ji ber êrîşên heman zîhniyetê şehîd ketin. Divê gelê me li her deverê berxwedana xwe mezin bike û bersivê bide êrîşan."

...