3 cenaze ji bo otopsiyê anîn Şirnexê

Cenazeyên Aydin Mete, Mehmet Mete û Omer Maslûm ên li Silopiyayê hatin qetilkirin û cenazeyên wan li mizgeftekê bûn, ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Cenazeyên Aydin Mete, Mehmet Mete û Omer Maslûm ên di demên cuda de li Silopiyayê hatin qetilkirin û cenazeyên wan li mizgeftekê bûn, ji bo otopsiyê îro danê sibehê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Cenazeyên Aydin Mete, Mehmet Mete û Omer Maslûm duh ji aliyê hêzên dewletê ve ji mizgeftê hatibûn girtin.

Ji ber qedexeya derketina derve ya li Silopiyayê ji malbata Mete kesek nikarîbû bi cenazeyan re biçe nexweşxaneyê.