2 cenazeyên li Hezexê hatin dîtin şandin Mêrdînê
Li navçeya Hezexê 2 cenazeyên ku beriya du rojan li Taxa Turgut Ozal hatibûn dîtin ji bo otopsiyê birin Mêrdînê.
Li navçeya Hezexê 2 cenazeyên ku beriya du rojan li Taxa Turgut Ozal hatibûn dîtin ji bo otopsiyê birin Mêrdînê.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê ku li dijî berxwedana xwerevêberiyê êrîşên hêzên dewletê berdewam dike beriya 2 rojan li Taxa Turgut Ozal 2 cenaze hatibûn dîtin û rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Cenazeyên ku li vir dihatin rawestandin îro ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Hate hinbûn ku li heman taxê 3 cenazeyên ku hatibûn derxistin hê jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê tên rawestandin.