BI DÎMEN

'14'ê Tîrmehê ji bo Kurdistanê bû ruhê berxwedanê'

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Kerkûkê, kadroyên pêşeng ên PKK'ê yên di Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û gotin, "Vê berxwedanê ruhê Apoyî temsîl kir û ruhê berxwedanê da Kurdistanê."

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Kerkûkê, Berxwedana Mezin a Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê nirxandin.

'DI BINGEHA BERXWEDANA LI KURDISTANÊ DE RUHÊ 14'Ê TÎRMEHÊ HEYE'

Ji gerîlayên HPG'ê Herekol Kiçî destnîşan kir, Berxwedana 14'ê Tîrmehê afirandina vîna azad û biryardar e û got, "14'ê Tîrmehê ji bo me banga li azadiyê ye. Nîşan daye, ku di nava şert û mercên herî giran de, di nava rewşeke ku ji bilî beden û vîna mirovan ti derfet tine ye de, mirov dikarin bi çi rengî bi ser bikevin. Vî ruhî, di pêvajoya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de ruhê Apoyî nîşan daye." Kiçî da zanîn, di bingeha berxwedana îro li her aliyên Kurdistanê tê meşandin de berxwedana 14'ê Tîrmehê heye û got, "Aliyê hevpar ê temamiya berxwedana li Kurdistanê, ruh û biryardariya 14'ê Tîrmehê ye."

'BERXWEDANA 14'Ê TÎRMEHÊ QÎRÎNA HEBÛNA GELÊ KURD E'

Ji gerîlayên YJA Starê Evîn Şerzan Bazîd jî di şexsê şoreşgerên di Berxwedana Mezin a Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û got, "Berxwedana 14'ê Tîrmehê qîrîna hebûna gelê Kurd e. Têkoşîna ji roja destpêkirina berxwedana 14'ê Tîrmehê û vir ve tê meşandin, weke têkoşîna mirovahiyê derdetiye pêş. Li hemberî komkujî û mêtîngeriya li Kurdistanê, ev berxwedan bûye bersiv."

'BERXWEDANA 14'Ê TÎRMEHÊ BANGA AZADIYÊ YE'

Gerîlayê HPG'ê Ararat Welat jî destnîşan kir, 14'ê Tîrmehê dema biryardariya mezin e û got, "Ya wê serî li ber zilmê bitewanda, yan jî bi lehengiyeke mezin berxwedana destanî nîşan bidan. Bi vê berxwedanê ve nîşanî tevahiya cîhanê dan, ku teslîmiyet û xiyanet nayên qebûlkirin. Sekna milîtanî û rêbaza fedayî ya Apoyî, hêza berxwedanê ya kadroyên PKK'ê nîşanî dewleta faşîst da."

...