13 kes li Sêrtê hatin binçavkirin

Li Sêrtê di serdegirtinên malan de 13 kes hatin binçavkirin.

Polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser gelek malên li Şemsîka Kume Evlerî ya taxa Affetevlerî ya Sêrtê.

Di serdegirtinan de Giyasettîn Ekîncî, Melahat Ekîncî, Mervan Ekîncî, Metîn Ekîncî, Azad Ekîncî, M. Kadrî Dayan, Vedat Ekîncî, Mûsa Dayan, Yûnûs Ekîncî, Necîm Dayan, Mehmet Dayan, Yûsûf Sevîm û Ramazan Yasak hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyan, polîsên Tirk binçavî birine Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê.