10 jinên polîtîkayên şer ên AKP’ê protesto kirin hatin binçavkirin
Polîsan li Elezîzê êrîş birin ser jinên KJA’yî yên polîtîkayên şer ên AKP’ê protesto dikirin, ji 10’an zêdetir jin binçav kirin.

Rêxistina HDP'ê ya Elezîzê û endamên KJA'yê yên Elezîzê bi armanca şermezarkirina polîtîkayên şer ên AKP'ê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Elezîzê heya Otogara Elezîzê xwestin bimeşin. Polîsan destûr nedan meşê û li hemberî vê yekê jinan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Piştî çalakiyê endama KJA'yê Zeynep Gedîk daxuyaniyek kurt da û diyar kir ku polîtîkayên şer li ser bedena jinan tê meşandin û divê demldest dawî li vî şerî bê anîn.
Piştî daxuyaniya Gedîk polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî jinan kirin. Di encama êrîşê de 10 jin hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Elezîzê.