JIN
Li Kurdistanê gelek bûyerên destdirêjî û destavêtinê qewimîn ku kiryarên wan wezîfedarên dewletê bûn. Piraniya van dosyayên çûn ber destê dadgeriyê bêceza bi encam bûn, kiryaran wezîfeya xwe dewam kirin. Bûyer bi giranî li Mêrdîn û Wanê qewimîn.
20’emîn Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan bi beşdariya bi hezaran jinan hat lidarxistin. Di festîvala ku bi coş berdewam kir de bang hat kirin ku statûya qanûnî ya Rêber Apo bê diyarkirin û gavên qanûnî bên avêtin.
Koordînasyona KJK’ê ji 20’emîn Festîvala Şehîd Zîlan re peyam şand û got, “Wezîfeya me ya sereke û nebe nabe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Encex em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”
Berdevaka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû anî ziman ku divê desthilat ji bo pêvajoyê qanûnên pêwîst derxe û got em ê civaka demokratîk bi pêşengiya jinan ava bikin.
Li berdevka berê ya demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn û biryar hate dayin ku girtî bimîne.
Hemû Nûçe
-
-
Jin wê ji bo cenazeyan biçin ser sînor
Hevserokên jin ên HDP, HDK, DBP, KCD, parlamenterên jin û endamên Meclîsa Azadiyê ya Jinan, ji bo cenazeyên bi rojane li Deriyê Sînor ê Xabûrê tên sekinandin radestî malbatan werin kirin, wê di 6'ê Tebaxê de li ser sînor bin.
-
KJK: Em ê Şengalê bikin warê azadiyê
Koordînasyona KJK'ê di yekemîn salvegera komkujiya Şengalê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku heta Şengalê bikin warê azadiyê ew ê têbikoş in.
-
-
-
-
-
-
Bila ne jin, çek bêdeng bibin
Jinên ku li 14 bajaran di pêşengiya Hewldana Jinan ji bo Aştiyê de hatin gel hev, qîrkirin û gotin, “Bila ne jin, çek bêdeng bibin” Navnîşana jinan li Stenbolê jî Qada Galatasarayê bû.
-
'Jinên Kobanê hemû bûne lîder'
Ji berpirsyarên Tora Stargehên Jinan ên Swêdê Leîla Qaraee û Joanna Mellqûîst ên Kobanê ziyaret kriin gotin, "Li Rojava Tevgera Azadiyê ya Kurd û bi taybetî jî jinan nîşan dan ku cîhaneke din pêkan e."
-
-
-
-
-
Jinên HDP'yî: Em ê bêdeng nebin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag diyar kir ku jin wê têkoşîna aştiyê mezin bikin û ji AKP'ê re got, "Em ê bêdeng nebin". Yuksekdag bang li saziyên jinan, saziyên navneteweyî yên li dijî şer kirin ku dengê aştiyê bi hev re bilind bikin.
-
-
-
-
-
-
-
KJA banga 'tevlîbûna xurt' ji bo meşa 1'ê Tebaxê kir
Endama Desteya Rêveber a KJA'yê Pelguzar Kaygisiz diyar kir ku Ocalan dînamîka bingehîn a pêvajoyê ye û banga tevlîbûna xurt a ji bo çalakiya 'Bi sed hezaran re em ji bo azadiya Rêberê xwe dimeşin' li jinan kir.
-
Jinan êrîş protesto kirin
Li bajarê Elmanya Mannheimê, komkujiya li Pirsûsê, êrîşa balafirên şer ên Tirk li hemberî qadên gerîla û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin protestokirin.
-
‘Berxwedan heye’
40 jinên xwestin bersivê bidin komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê tevlî YPJ’ê bûn.
-
Li Dusseldorfê çalakiya edaletê
Ji bo yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Elmanya Dusseldorfê çalakiya edaletê hat lidarxistin.