Parlementera HDP’ê Semra Guzel sewqî edliyeyê kirin

Parlementera HDP’ê Semra Guzel a ku duh hatibû destgîrkirin îro sewqî edliyeyê hate kirin.

Di meha Adarê de parêzbendiya Parlamentera Partiya Demokratîk a Galan (HDP) a Amedê Semra Guzel hatibû rakirin û Guzel duh li Stenbolê hatibû destgîrkirin. Guzel a ku biribûn Midûriyeta Polîsan a Stenbolê sewqî Edliyeya Çaglayana Stenbolê kirin. 

Tê payîn ku Guzel wê îfadeyê bide Serdozgeriya Enqereyê ku derbarê wê de lêpirsîn dabû destpêkirin.