Li Çewlikê jineke ciwan bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da

Li Çewlikê jineke ciwan a 17 salî hate gotin ku întixar kiriye.

Li gorî agahiyan, ciwana bi navê Hêlîn Yuce (17) a li taxa Ûydûkent a li bajarê Çewlikê bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest da.

Hate îdîakirin ku jin a ciwan şeva Şemiyê saet di 23:00 de ji qatê 5'an ê apartmaneke li kolana Ûnîversîteyê xwe avêtiye xwarê û dawî li jiyana xwe aniye.

Yuce ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê nekarî bê rizgarkirin. Nehate eşkerekirin ku Yuce ji ber "întixar" kiriye.

Der barê bûyerê lêpirsînê dest pê kir.