6 partiyan êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin
6 partiyan êrîşên bi dronan ên rejîma Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û diyar kirin ku divê ev êrîş tavilê werin rawestandin.
6 partiyan êrîşên bi dronan ên rejîma Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û diyar kirin ku divê ev êrîş tavilê werin rawestandin.
Piştî ku şeva borî bi dron û mûşekan êrîşî ser gelek deverên cûda yên Başûrê Kurdistanê hat kirin, şeş partiyên Kurdistanî bi daxuyaniyek hevpar êrîşan şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em wek şeş aliyên Kurdî, van êrîşên bê hincet ku çend rojeke li ser Herêma Kurdistanê çêdibin, şermezar dikin. Bi taybetî jî êrîşên ku duh bi şev bi awayek dijwar li ser Hewlêr û Silêmaniyê pêkhatin. Ev êrîş dibin sedem di nava xelkê Herêma Kurdistanê de tirs çêbe û ziyan bi jîngeha deverê dikeve. Ev êrîş jî di demekê de ne ku Kurdistan qet nebûye beşek ji vî şerî. Xelkê Kurdistan û aliyên siyasî jî tenê daxwaza aştî û xwişk-biratiya gelên herêmê û dewletên cîran dikin.”
Di dawiya daxuyaniyê de jî daxwaz hatiye kirin ku di zûtirîn dem de dawî li êrîşên ser Herêma Kurdistanê werin anîn.
Partiyên ku daxuyanî dane evin;
Partiya Netewî ya Kurdistan,
Hizba Pêşkeftinxwaz a Demokratîk ya Kurdistanê,
Tevgera Çaksaziya Nîştimanî,
Tevgera Aştîxwaza Kurdistanê,
Partiya Kesk a Kurdistanê,
Tevgera Rizgariya Demokratîk a Kurdistan.