EWROPA
Hemû Nûçe
-
Bangî Danîmarkayê hate kirin: Bi Kurdên li Bakurê Sûriyeyê re rûnên
Parlementera Lîsteya Yekîtiyê (EL) Eva Flyvholm pirsname da parlementoyê û xwest ku bila wezîrê karê derve bi nûnerên Kurdên Bakurê Sûriyeyê re bicive. -
Medyaya Swêdê: Tirkiyeyê êrîşî sivîlan kir
Nûçegihana rojnameya Expressene Magda Gad û wênegirê wê Nîclas Hammarstrum ya ku li Swêdê tîraja vê rojnameyê duyemîn e, bi sivîlan re hevdîtin kir ên ku li Sûriyeyê Tirkiyeyê êrîşî wan kiriye. -
5 parlementoyan li dijî Tirkiyeyê daxuyaniyeke hevpar dan
Komîteyên Karê Derve yên Elmanya, Fransa, Kralîyeta Yekbûyî, Parlementoya Ewropayê û ya DYE’yê diyar kirin ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe hiqûqa navneteweyî binpê kirine. -
Li pêşiya Rêxistina Bila Çekên Kîmyewî Werin Qedexekirin çalakî
Li pêşiya Rêxistina Bila Çekên Kîmyewî Werin Qedexekirin (OPCW) a li bajarê Den Haagê ya Hollandayê dagirkeriya dewleta Tirk û qetlîamên wê hate protesto kirin. -
Kurdistaniyên li Elmanya li dijî dagirkeriya Tirk li qadna bûn
Kurdistanî û dostên wan ên li Bîelefeld, Hîldesheîm, Kassel, Bochûm, Saarbrucken û Munîh ên Elmanyayê daketin qadan dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. -
Li Îtalya û Fransayê dagirkeriya Tirk hate protestokirin
Li paytexta Îtalya Roma û bajarê Marsîlya û Montpellîer ên Fransayê dagirkeriya Tirk a li Rojava hate protestokirin. -
Elmanya li dijî dagirkeriyê li qadan bûn
Li bajarên Darmstadt, Frîebûrg, Koln, Stûttgart û Wîesbaden ên Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan li qadan û dagirkeriya Tirk ya li ser Rojava protesto kirin. -
Kurdistanî û dostên wan Şîliyî li dijî dîktatoriyê rabûn
Kurdistanî û dostên wan Şîliyî li dijî dagirkeriyê li paytexta Swêd Stockholmê daketin qadê. -
Li Goteborgê li pêşiya Sefaretxaneya Rûsya çalakî hate kirin
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Goteborg a Swêdê ji bo protestokirina êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya Sefaretxaneya Rûsya çalakiyek kirin. -
Riseup4Rojava bang kir li dijî THY'yê çalakiya blokajê were kirin
Rîseup4Rojava got, ''Li ber gîşeyên Rêyên Hewayî yên Tirk, Pegaûs û SunExpressê wê çalakiyên blokajê werin kirin. Her kes ji bo ku şer bide sekinandin wê çalakiyeke şexsî bike.'' -
Li Floransayê piştgiriya Rojava hate kirin
Bi sedan kes li Floransayê hetin cem hev û êrîşên dewleta Tirk ya li ser Rojava protesto kirin. -
Li Liege û Freiburgê Şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn
Li Liege û Freiburg ên Belçîkayê şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn. -
Çalakiyên piştevaniya bi Rojava re didomin
Li paytexta Stockhol a Swêdê di saetên şevê de êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava hate protestokirin. Di çalakiyan de welatiyên ji Şîliyê jî piştevanî kirin. -
Şehîdên Azadiyê li Swîsreyê hatin bibîranîn
Li bajarê Gerlanfîngen û Basel ên Swîsreyê şehîdên azadî û şoreşê bi merasîmekê hatin bibîranîn. -
Nerazîbûna li hemberî dewleta Tirk didome
Kurdistaniyan êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê protesto kirin û diyar kirin ku piştî van êrîşan dibe ku çeteyên DAÎŞ’ê xurt bibin. -
Li Ewropa çalakiyên Kurdan
Li gelek navendên Ewropa dagirkeriya Tirk a li Rojava tê pîrozkirin... -
Şervanê QSD’ê li Kasselê hate bibîranîn
Şervanên QSD’ê Siwar Ciwan û Berxwedan Efrîn ên di 13’ê Cotmehê li Rojava di Berxwedana Rûmetê ya li dijî dagirkeriya Tirk de şehîd bûbû, li bajarê Kassel ê Elmanyayê hate bibîranîn. -
Dagirkerî li Londonê bi çalakiyeke girseyî hate protestokirin
Bi hezanan kes li Londonê êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyeke girseyî ve hate protestokirin. Di çalakiyê de payama ‘Em ê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin, faşîzmê têk bibin.” hate dayîn -
Zozanî û Hesso li Dûîsbûrgê hatin bibîranîn
Avesta Zozanî û Hekîm Hesso yên di Berxwedan Kelha Serêkaniyê ya êrîşên artêşa Tirk de şehîd bûbûn, li Dûîsbûrgê hatin bibîranîn. -
Di meşa anarşîstan de Rojava hate silavkirin
Di meşa anarşîstan a li Dresdenê de dagirkeriya Tirk a li ser Rojava hate protestokirin. -
Pisporên meclîsa Elman: Êrîşa Tirkiyeyê li dijî hiqûqa navdewletî ye
Di rapora pisporên meclîsa Elman de hate destnîşankirin, ku êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî hiqûqa navdewletî ye. -
Hevserokên nû yên KNK’ê hatin hilbijartin
Ahmet Karamûş û Zeyneb Mûrad Sahrab bûn hevserokên nû yên KNK’ê. -
Li Yewnanistanê ji bo Rojava standek hate danîn
Ciwanan li bajarê Lavrîo ya Yewnanistanê li dijî êrîşên qirker û dagirker ên Tirk ji bo raya giştî standeke ya agahdarkirinê danî. -
Şervanê QSD’ê Qamişlo li Mannhaîmê hate bibîranîn
Şervanê QSD’ê Agir Qamişlo li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê hate bibîranîn. -
Benesovky Denik: Kurd Poloniyên demekê ne!
Rojnameya Benesovky denik, ku yek ji rojnameya navdar a Çekyayê ye, cih da gotareke li ser Kurdan û Kurd şibandin Poloniyan ku nêzî 100 salekê piştî parçekirina welatê wan azad bûbûn.