Yagizay: Bêdengiya CPT gelê Kurd dixe nava fikaran
Nûnerê Konseya Ewropayê yê HDP’ê Faîk Yagizay ê ku bi CPT re hevdîtin pêk anî, got ku di hevdîtinê de fikara Kurdan a ji ber bêdengî û agahî nedana CPT’ê ji rayedaran re ragihandin e.
Nûnerê Konseya Ewropayê yê HDP’ê Faîk Yagizay ê ku bi CPT re hevdîtin pêk anî, got ku di hevdîtinê de fikara Kurdan a ji ber bêdengî û agahî nedana CPT’ê ji rayedaran re ragihandin e.
Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ji komîsyona têkiliyên derve berpirsiyar Hişyar Ozsoy, Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Feleknas Ûca, Nûnerê Konseya Ewropayê yê HDP'ê Faîk Yagizay û Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê a qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin Bedîa Ozgokçe hevdîtin bi Komîteya Pêşîlêgirtinê ya Konseya Ewropayê (CPT) re kir.
Nûnerê Konseya Ewropayê yê HDP'ê Faîk Yagizay, têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî. Yagizay anî ziman ku di hevdîtinên bi Komîteya CPT’ê re bal kişandine ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan. Yagizay da zanîn ku di hevdîtinê de li ser rewşa girtiyên siyasî, rewşa girtiyên nexweş, şert û mercên girtîgehan ên ku her diçe xirab dibe axivîn. Yagizay, got: “Helbet me behsa rewşa tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û serdanên dawî jî kir. Bi taybetî der barê bûyerên li girtîgehan de ji me agahî girtin û gotin ku bi rayedarên Tirk re di nava têkiliyê de ne.
Me ji komîteyê xwest ku ji bo girtiyên nexweş bikevin nava tevgerê. Dîsa me da zanîn ku gelê Kurd hem li dîasporayê hem jî li welat ji tecrîda li ser Birêz Ocalan bi fikar e. Bêdengiya CPT ya der barê Îmraliyê de gelê Kurd dixe nava fikaran. Me da zanîn ku Birêz Ocalan nikare bi parêzer û malbata xwe re têkiliyê deyne, ev yek jî raya giştî dixe nava fikaran. Lê mixabin gotin ku ji bilî daxuyaniya ku dane nikarin daxuyaniyeke din bidin û gotin me yeko yeko hevdîtin bi 4 kesên di Girtîgeha Îmraliyê de kiriye. Gotin 'ji xeynî vê em nikarin tu tiştî bibêjin.' Diyar kirin ku dê rewşa girtiyên nexweş û girtîgehan bişopînin. Ji bo rapora der barê serdanê de jî gotin, ev girêdayî dewleta têkildar e. Gotin, 'Em jî dixwazin bê zanîn bê em çi pêşniyazî Tirkiyeyê dikin. Lê mafê weşandina wê înîsyatîfa dewleta Tirk e. Tişta dikeve ser milê me, em biçin wir, raporê amade bikin û doza weşandina wê li wan bikin."
Nûnerê Konseya Ewropayê yê HDP'ê Faîk Yagizay, bal kişand ser raporên CPT yên der barê Îmraliyê de amade kirine. Yagiz destnîşan kir ku divê raporên hatine amadekirin bên eşkerekirin û bi bîr xist ku heta niha tenê rapora seredana sala 2019'an hatiye eşkerekirin.
Yagizay anî ziman ku raporên 2016, 2018, 2021 û serdanên dawî yên CPT nehat eşkerekirin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Mixabin rayeya CPT nîne ku zextê li Tirkiyeyê bike ku raporan biweşîne. Tenê diyar kirin ku xebatên piştgirîkirina saziyên siyasî yên ji bo raporên ku ew amade dikin girînge û divê ev yek bidome. Erka saziyên siyasî ye ku piştgiriyê bidin rapor û lêkolînên CPT, zextê li Tirkiyeyê bikin û Tirkiye gavan bavêje. Li ser vî esasî em ê xebatên xwe bidomînin."