Parlamentera Fransayê: OPCW divê li hemberî êrîşa kîmyewî bikeve nava tevgerê
Parlamentera Partiya Kesk a Fransayê Marie Pochon bang li OPCW kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî bikeve nava liv û tevgerê.
Parlamentera Partiya Kesk a Fransayê Marie Pochon bang li OPCW kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî bikeve nava liv û tevgerê.
Parlamentera Partiya Kesk a Fransayê Marie Pochon li ser Twitterê daxuyaniyek da û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî.
Marie Pochon got, "13'ê Çileya 1993'an li Parîsê Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî hate îmzekirin. Tirkiye jî di nav de 165 welatan mohra xwe danîn binê peymanê. Saziya navneteweyî ya ji bicihanîna peyamên berpirsyar e OPCW ye."
Marie Pochon bi bîr xist ku ji destpêka şerê Sûriyeyê û vir ve gelek raporên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî bûn sedema nerazîbûna navneteweyî û wiha dewam kir:
"Cîhan li pêşberî rejîma Esad a ku bi çekên kîmyewî êrîş bir ser serhildêr û sivîlan mat ma. Ji hingî ve şer gihîşt asta herêmî. Di vir de bi taybetî du aktor me eleqedar dike: Hêza çekdar a PKK'ê HPG û Tirkiye ku berpirsyaryia xwe ya li ser nearamkirina herêmê û tundiyê zêde dibe.
HPG'ê doh ragihand ku ji ber êrîşa Tirkiyeyê ya bi çekên kîmyewî 17 kesên li nava refên wan jiyana xwe ji dest dane. Êş û mirina ji ber van çekan di asteke metirsîdar de ye. Ji ber vê yekê ev çek hatine qedexekirin û bikaranîna wan weke 'sûcê şer' hatiye pênasekirin.
HPG Tirkiyeyê sûcdar dike ku berpirsyariyên xwe yên navneteweyî binpê dike û sûcê şer dike. OPCW berpirsyar e ku ji bo eşkerekirina rastiyê û pêkanîna edaletê di dema herî kurt de lêkolînê bike. Ev sûcdarî cidî ne û sûcên gelekî giran e.
22'ê Cotmehê saet di 14:00 de li qada Repûblîqûe ya Parîsê pasîfîst, sempatîzanên Kurd û muxalîfên rejîma Erdogan wê mîtîngê lidar bixin."