Li Stockholmê ji bo piştevaniya bi serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakî

Li paytexta Stockholm Swêdê ji bo piştevaniya bi serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakî hat lidarxistin.

Çalakiyên ji bo piştgirî dayîna serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê didomin.

Îro danê êvarê li Meydana Sergels Torget a li navenda paytexta Swêd Stockholmê bi beşdariya hezar Îranî, Kurd, sazî û dezgehên ku ji bo avakirina pergaleke demokratîk li Îranê têdikoşin, çalakiyek girseyî lidar xistin.

Gelek hunermendên navdar ên Swêdî û hin parlamenterên partiyên Swêdî beşdarî çalakiyê bûn û bi stranên xwe piştgiriya xwe ya bi serhildanên gel yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê diyar kirin. Her wiha hunermedek ciwan ku bi eslê xwe Efrîqî ye, porê serê xwe jêkir

Di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Bimire dîktator” hatin berzkirin.