Li Saarbruckenê li dijî rejîma Îranê çalakî hat lidarxistin

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî û piştgiriya ji bo xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê, çalakiyek hat lidarxistin.

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî û piştgiriya ji bo xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê, çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiya ji aliyê Kurd, Îranî û Elmaniyan ve hat lidarxistin de, Nagîhan Akarsel jî hat bibîranîn.

Di çalakiyê de wêneyên Jîna Emînî ya ji aliyê “polîsên exlaq“ ên Îranê ve hat qetilkirin û yên Nagîhan Akarsela ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, hatin hildan û bêyî navber dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hat berzkirin.

Her wiha di çalakiyê de, ji bo derxistina PKK’ê ji jîsteya “rêxistinên terorîst”, îmze hatin berhevkirin.