Li Saarbruckenê çalakiya protestokirina polîtîkayên dewleta Elman
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, piştî biserdegirtina Navenda Civaka Demokratîk û gelek malên welatparêzan, çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin.
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, piştî biserdegirtina Navenda Civaka Demokratîk û gelek malên welatparêzan, çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin.
Çalakî, li ber Navenda Civaka Demokratîk hat lidarxistin û gelek Kurdên welatparêz, piştevan û nûnerên saziyên dostên Kurdan tev li çalakiyê bûn. Di axaftinên bi Elmanî û Kurdî hatin kirin de, hate gotin ku dewleta Elman li dijî dewleta Tirk a ku bi çekên kîmyewî sûcên şer dike bêdeng e û hedefgirtina saziyên Kurdan ku bi çalakiyên demokratîk û legal têdikoşin, hat şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de peyama “Em bi têkoşîna xwe heta dawiyê biheq in, heta ku em bi ser bikevin tiştên ji milên me bên em ê bikin û gav bi paş de neavêjin“ hat dayîn.
Saziyên Elman ên dost destnîşan kirin ku ev nabe ku mirov vê nêzîkatiyê qebûl bike û diyar kirin ku ew ê heta dawiyê bi gelê Kurd re bin.