Li Osloyê çalakiya piştevaniyê ya ji bo serhildana Rojhilat û Îranê
Ji bo piştgirîdayîna serhildana gel a li Rojhilat û Îranê, li paytexta Norveç Osloyê meşek hat lidarxistin.
Ji bo piştgirîdayîna serhildana gel a li Rojhilat û Îranê, li paytexta Norveç Osloyê meşek hat lidarxistin.
Gelek Îranî û nûnerên partî û rêxistinên Kurdistanî û alîgirên wan tevlî meşa ku li ber Wezareta Karên Derve ya Norveçyê destpê kir, bûn. PJAK, KJAR, KOMALA û PDK-I’yê piştgirî da çalakiyê û nêzî 4 hezar kes tevlî çalakiyê bûn.
Di meşê de bênavber dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hat berzkirin û li ber Sefaretxaneya Îranê meş veguherî, xwepêşandanê. Li vir axaftin hatin kirin û piştre çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.