Kurdistanî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî, li ber avahiya NY’yê ne

Kurdistanî, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a bi çekên kîmyewî û gazên bi jehr ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin, li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevreyê çalakiya protestoyî li dar xistin.

Di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de, ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve ji bo mîsogerkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her roja Çarşemiyê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê, çalakiya rûniştinê tê lidarxistin. Kurdistaniyan, di çalakiya vê hefteyê de, êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîlayan, protesto kirin û bang li saziyên rayedar kirin ku li ber peywira xwe rabin.

Çalakî di şexsê 17 gerîlayên ku ji ber êrîşên bi çekên kîmyewî şehîd bûn de, ji bo bibîranîna şehîdên têkoşîna şoreşa Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Çalakgeran, ji bo kişandina balê bi ser bikaranîna çekên kîmyewî cilên spî li ber xwe kirin û maske dan ber dev û difinê xwe.

Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) a Cenevreyê Mulkiye Aşirbaev, di çalakiyê de axivî û wiha got: “Ez li vir weke dayikek Kurd diaxivim. Êdî tehemûl û sebra me nemaye. Dema ku ciwanên gelê Kurd bi çekên kîmyewî tên qetilkirin, divê em li vir rûnenin. Dem, dema rabûna ser pêyan e, rawestandina jiyanê û parastina zarokên wan e. Erê, em aciz in û bi hêrs in. Em ê her tim li qadan bin. Di serî de dewletên Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û OPCW divê hemû saziyên navneteweyî demildest, peywira xwe pêk bînin.”

Hevserokê din ê NCDK a Cenevreyê Erdal Atasoy jî diyar kir ku tevî ku di dîmenên li ser çapemeniyê hatin weşandin de, bi awayekê eşkere derket holê ku gazên kîmyewî tên bikaranîn, NY û OPCW xwe li nedîtina vê rastiyê dewam dikin û got: “Dewleta Tirk a dagirker, ji meha Nîsanê û vir ve, bê navber sûcên şer û dermirovî pêk tîne. Em Kurd, em ê her tim li qadan bin.”

Di çalakiyê de li ser navên saziyên şoreşger jî axaftin hatin kirin. Kurdistaniyan, di çalakiyê de pişta xwe dan avahiya NY’ê û bêdengiya wê protesto kirin.