KCDK-E: Em bang li hemû gelê xwe dikin ku sibê li pêşiya Parlementoya Ewropayê bicivin
KCDK-E li dijî êrîşên çekên kîmyewî bang li Kurd û dostên wan kir ku sibê tevlî çalakiya li ber Parlementoya Ewropayê bibin.
KCDK-E li dijî êrîşên çekên kîmyewî bang li Kurd û dostên wan kir ku sibê tevlî çalakiya li ber Parlementoya Ewropayê bibin.
KCDK-E bi daxuyaniyekî nivîskî got, “Dewleta Tirk a qirker û arteşa wê ya qetlîamker hovitiya xwe ya bi çekên kîmyewî didomîne. Herî dawî 17 gerîlayên azadiya Kurdistanê bi çekên kîmyewî bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Ev bêdengî û bêhelwestî tê wateya pejirandina vê hovitiyê. Nêzîkatiyên wekî ku ev êrîş êrîşên ji adetî bin, bêdengî û bêhelwestî, nabe ku were qebûlkirin.”
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Di serî de OPCW, NY û saziyên navneteweyî bi bêdengiya xwe li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk, hevkariya vî sûcê dike. Em Kurd û dostên wan, dema zarokên gelê Kurd bi çekên kîmyewî tên qetilkirin û nefesa wan diçikê divê bibin deng û nefesa gerîla. Roj ne ew roj e ku em bikevin etra jiyana rojane. Roj ev roj e ku em li dijî kesên ku nefesa zarokên me diçikînin, li her derê serî rakin.
Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku roja Pêncşemê 20’ê Cotmehê li dijî hovitiya dewleta Tirk dest ji karên xwe berdin û bi awayek çalak tevlî xwepêşandana mezin ya li pêş Parlementoya Ewropayê bibin. Em di saet 10:00 an de li Place du Luxembourg Brukselê li ber Parlamentoya Ewropayê amade bin.”