Li bajarê San Lûîs ê Arjantînê, di dawiya hefteyê de 35’emîn Civîna Jinan a Plûrynacîonal hat lidarxistin. Civîn ji sala 1986’ê û vir ve tê lidarxistin û ji sala 2015’ê û vir ve Tevgera Jinên Kurd jî tev li dibin. Di 8-10’ê Cotmeha vê salê de, di çarçoveya amadekariyên komîteyên piştevaniya bi Tevgera Jinên Kurdistanê re, atolye, merasîm û meş tên lidarxistin. Di vê civînê de rojeva sereke jinên Kurdistanî bû.
Ji roja Îniyê û vir de, bi otobusên ku ji aliyê organîzsazyonên jinan ve hat kirê kirin, ji hemû bajarên Arjantînê bi hezaran jin ber bi San Lûîsê ve herikîn. Di sibeha roja Şemiyê jî li qada ku dikek mezin lê hat danîn bi tevlêbûna zêdeyî 100 hezar jinan 35’emîn civîna jinan a pir neteweyî ya 3 rojan bi kelecanek mezin dest pê kir.
PEYAMA KOORDÎNASYONA KJK’Ê
Peyama piştevaniyê ya ku Çîgdem Dogû li ser navê Koordînasyona KJK’ê şandî, li ser ekrana mezin hate pêşandan. Piştre bi sed hezaran jinan bi yek dengê, dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kirin.
Di gelek axaftinan de qetilkirina Jîna Emînî ya li Îranê û qetilkirina Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê hat şermezarkirin. Qasî 3 rojan merasîm û meş hatin lidarxistin û dirûşmeya Desde Abya Yala Hasta Kurdistan (Bi gelek neteweyan ji Abya Yalayê ber bi Kurdistanê), hema bibêje bû dirûşmeya hevpar a vê civînê. Ji bo piştevaniyê bi berxwedana li Kurdistanê re jî dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hat berzkirin.
Di komxebatên roja Şemî û Yeşkemê hatin lidarxistin de, Femînîzma ji Abya Yala heta Kurdistanê, çandên xwecihî, qetlîamên xwezayî û têkoşîna li dijî xizaniyê mijarên sereke bûn. Di danê nîvro ya roja Yekşemê de jî, yek rojevên esas a Meclîsa Femînîst a Abya Yala têkildarî; piştevaniya navneteweyî ya li dijî pêkanînên dermirovî yên li Kurdistanê, wê çawa bê xurtkirin, bû.
Di civînê de 7 jinên Mapûchelî yên hefteyên borî li Arjantînê hatin girtin jî yek ji rojevên sereke bû. Bi vê wateyê mêtingerî û qetlîamên jinan ên dewletan, hatin şermezarkirin.
Di encamnameya civîna meclîsa femînîstan a Abya Yalayê de jî siyasetên qirkirinê yên ku dewleta Tirk li ser Kurdistanê pêk tîne, hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku wê qetilkirina Nagîhan Akarselê jinan têk nebe, wê li dijî vê yekê bertekên jinan bi awayek hîn bi rêxistintir zêde bibe. Dayika Alîna Sanchez a ku li Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, Patrîcîa Sanchez jî di Meclîsa Abya Yala de axivî û îşaret bi şerê li Kurdistanê kir.
WÊNEYÊN ŞEHÎDÊN JIN ÊN PÊŞENGÊN KURDAN
Nûnera gelên herêmî yên Gûatemaliyê ku vekirina Meclîsa Abya Yala bi seremoniyekê kirin, Lolîta Chavez jî qala kesên li Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane kir. Li ser dika ku ji aliyê Meclîa Abya Yala ve hat amadekirin de, wêneyên Nagihan Akarsel a ku di vê demê dawî de hat qetilkirin û yên Bêrîvan Zîlan û Delal Nûrhat hatin daliqandin.
LI HER KUÇEYÊN BAJÊR DIRÛŞMEYÊN ‘JIN JIYAN AZADÎ’
Roja Yekşemê jî piştî civîna meclîsa Abya Yalayê, bi tevlêbûna bi sed hezaran mirovan meşa dirêj dest pê kir. Jin li hemû kuçeyên San Lûîsê meşiyan û qasî 5 saetan meşiyan. Di meşê de alên KJK, KCK, YPJ’ê û gelek alên ku sembola têkoşîna azadiya Kurdistanê ne, alên ku wêneyên Sakîne Canciz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li ser bûn û pankarta ku wêneyên şehîdên YPJ’ê Alîna Sanchez û Anna Campbell û nivîsa “Bijî Şoreşa Kurdistanê“ û “Jin Jiyan Azadî” li ser bû, hatin hildan.