Bookchin: Erdogan li pey paqijiya etnîkî ye

Sekretera Giştî ya Komîteya Rewşa Lezgîn a Rojava ya li DYE'yê Debbie Bookchin diyar kir ku Erdogan li dijî gelê Kurd şerekî giştî dimeşîne û li pey paqijiya etnîkî ye.

Debbie Boockchin anî ziman ku Serokkomarê Tirk Erdogan sîstema demokratîk, femînîst û ekolojîk a li Rojava weke gefekê li hemberî xwe dibîne.

Sekretera Giştî ya Komîteya Rewşa Lezgîn a Rojava ya li DYE'yê Debbie Bookchin ji ANF'ê re axivî.

Debbie Bookchin diyar kir ku şerê Erdogan ê li dijî PKK'ê şerê li dijî gelê Kurd e û bi temamî ji bo paqijiya etnîkî tê kirin.

Bookchin tespîta wê yekê kir ku heta endametiya NATO'yê dewam bike wê koalîsyon qada hewayî ya li Rojava li Tirkiyeyê negire û wiha dewam kir: "Bêguman ji bo hin pêkanîn li ser Erdogan bikeve meriyetê em karin zexteke cidî bikin. Bi vê zextê dibe ku Erdogan ji operasyonên leşkerî bê vegerandin û xwe nêzî hevdîtinên aştiyê yên bi PKK'ê re bike. Em dibînin ku dewleta Tirk niha li herêmê komkujiyên cidî dike. Hewl dide ku herêmê ji Kurdan xalî bike û 'penaber' ên li Tirkiyeyê mîna ku li Efrînê kir, li vê herêmê jî bike."

SÎSTEMA LI ROJAVA WEKE GEFEKÊ LI DIJÎ XWE DIBÎNE

Bookchin destnîşan kir ku Erdogan sîstema demokratîk, femînîst û ekolojîk a li Rojava weke gefekê li dijî xwe dibîne û got, "Em bi eşkere dibînin ku Erdogan mafên mirovan binpê kiriye. Lîderên dewletên rojavayî, Rûsyayê ji ber dagirkirina Ûkraynayê şermezar dikin, lê belê li hemberî êrîşên Erdogan ên li ser gelê Kurd û Rojava bêdeng dimînin; divê ji ber vê helwesta xwe şerm bikin. Em ê li ser têkoşînê dewam bikin. Hêvîdarim ku em ê karibin dema pêş nêzîkatiya polîtîk a rojavayî ya li ser herêmê bi rengekî cidî biguherînin."