Şehîd Çekdar Canfeda Med û hevrêyên xwe li Strasboûrgê hatin bibîranîn

Şehîd Çekdar Canfeda Med û hevrêyên wî yên 12'ê Tebaxa 2022’an li Metînayê şehîd bûn, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hatin bibîranîn.

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) ji bo Çekdar Canfeda Med (Enver Çelîk), Şevîn Çekdar (Şeyda Eren), Arîn Armanc (Mizgîn Eren) û Sûphî Tolhildan (Yilmaz Beşalti) ên 12’ê Tebaxa 2022’an li Metînayê şehîd bûn, li Komeleya Çanda Kurd a li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, merasîma bibîranînê hat lidarxistin.

Merasîm ji bo bibîranîna şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîma bibîranînê de, xizma Şehîd Çekdar Canfeda Med, Têkoşer Çiya bi xwendina nameya malbatê ya ji bo merasîmê dest bi axaftinê kir. Çiya anî ziman ku Şehîd Çekdar Canfeda Med kesekê berxwedêr bûye û got: “Em ê mîrateya ku Şehîd Çekdar ji bo me hiştiye, bi serkeftinê tacîdar bikin. Em ê li ser rêya wî bimeşin û hêrsa me ya li dijî dijmin zêdetir bû.”

‘PÊŞENGÊN ME, RÊBERTÎ Û ŞEHÎDÊN ME NE’

Piştre Sînan Yilmaz axivî û Şehîd Sara û Rûken ên li Mezîtlî ya Mêrsînê çalakiya fedayî kirin, bi bîr anîn. Yilmaz got: “Ez di şexsê Şehîd Sara û Rûken de, hemû Şehîdên Şoreşa Kurdistanê bi bîr tînim û minetdariya xwe ya li hemberî wan tînin ziman. Şehîd Çekdar di serî de li Ewropayê, li gelek qadan ji bo Têkoşîna Şoreşa Kurdistanê xebat bi rê ve birin. Em jî divê Şehîd Çekdar ji bo xwe bingeh bigirin û li vê têkoşînê dewam bikin. Di vê pêvajoyê de, pêşengên me yên herî mezin Rêbertî û şehîdên me ne.”

Hevrêyê wî Çekdar Serhed jî wiha axivî: “Em ê bibin parêzvan û şopdarê mîrateya ku Şehîd Çekdar ji bo me hişt. Wê li her derê ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, têkoşîn dewam bike. Heval Çekdar, hevrêyekê gelek dilnizm bû û bi serkeftinê nêzê her tiştî dibû. Em ê ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê li her derê li têkoşînê dewam bikin. Em ê di şexsê Şehîd Çekdar de tola hemû şehîdan hilînin. Divê ciwanên Kurdistanê zanebûn û awayê têkoşîna heyî ji bo xwe re bikin bingeh, nêzîkatiyeke bi têkoşîn raber bikin. Em ê bidin ser şopa şehîdan.’’

Piştî axaftinan, sînevîzyona li ser jiyana Şehîd Çekdar Canfeda û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser şehîd û ciwanan, hat temaşekirin.

Merasîma bibîranînê, bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Ciwan fedaiyê Rêber Apo ne” bi dawî bû.