Êrîşên bi çekên kîmyewî li Brukselê hatin şermezarkirin
Li bajarê Bruksel ê Belçîkayê bi pêşengiya YJK-B êrîşên bi çekên kîmyewî hatin şermezarkirin.
Li bajarê Bruksel ê Belçîkayê bi pêşengiya YJK-B êrîşên bi çekên kîmyewî hatin şermezarkirin.
Li bajarê Bruksel ê Belçîkayê bi pêşengiya YJK-B êrîşên bi çekên kîmyewî hatin şermezarkirin. Artêşa Tirk a dagirker herî dawîn bi van çekên kîmyewî û qedexe 17 gerîlayên HPG û YJA Starê şehîd xistibû.
Çalakî li navenda bajêr li Gare Centralê pêk hat. Dostên gelê Kurd jî piştgirî dan çalakiyê.
Çalakî bi performansa çekên kîmyewî dest pê kir û bi sloganên ‘Bijî berxwedana gerîla’, ‘Bijî berxwedana HPG û YJA-Starê’ û ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.
Ji bo çalakiya wê li pêşiya Parlementoya Ewropayê were lidarxistin jî banga tevlêbûnê hate kirin.