CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Iraqê bahoza tozê: 1800 kesan serî li nexweşxaneyan dan
Li herêmên cihê yên Iraqê ji ber pêla bahoza tozê 1800 kesan serî li nexweşxaneyan dan. -
Birçîbûn di asteke metirsîdar de zêde bûye
Sala 2021'ê li seranserê cîhanê di asta herî bilind de mirov ji xurekê bêpar man. Par li 53 welatan 193 milyon kes ji xwarin û xurekê bêpar man. -
Li Lîbyayê, komên ku dewlet wan fînanse dike, sûc dikin!
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku li Lîbyayê komeke milîs a ji aliyê dewletê ve tê fînansekirin sûcên giran dike, mafên mirovan binpê dike û bêceza tê hiştin. -
Li Ermenistanê her ku diçe alozî zêdetir dibe
Welatiyên Ermenistanê û muxalefetê bi daxwaza îstifayê li dijî hikumeta Paşînyan meş û mîtîgeke girseyî lidar xist. Di meşê de car din nerazîbûnên li dijî mijara radestkirina Qerebaxa Jorîn ji Azerbaycanê re ku Paşîniyan ji vê tê sûcbarkirin hate ziman. -
Li gorî Rûsyayê leşkerên kirêgirtî yên Îsraîlê piştgiriya ‘Naziyan’ dikin
Li gorî Wezîriya Karên Derve yê Rûsyayê, Îsraîl ligel leşkerên kirêgirtî yên Moskova wana wek “nazî” pênase dike cih digire. -
Ji bo hilweşandina desthilatdariya Ermenistanê 'Tevgera gel' hat destpêkirin
Piştî ku li paytexta Ermenistan Êrîvanê bi hezaran kes ji bo îstîfakirina Serokwezîr Nîkol Paşînyan daketin qadan, mûxalefetê jî diyar kir ku wê çalakî bidomin. -
Îsraîlê bi tundî bertek nîşanî gotinên Lavrov ya li ser ‘Hîtlerê‘ da
Îsraîl bi tundî bertek nîşanî gotinên Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku gotibû; “Xwîna cihûyan bi Hîtler jî hebû” da. -
Li Iraqê bahoza tozê: Zêdetirî 400 kes rakirine nexweşxanê
Ji ber bandora bahoza tozê ya li Iraqê zêdeyî 400 kes rakirin nexweşxaneyê. -
Partiyên Kurdistanî li Brûkselê kom bûn: Ev şer li dijî gelê Kurd e
Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi partî û rêxistinên civaka sivîl ên Kurdistanî ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi armanca ‘helwestek hevpar’ nîşan bide hate ba hev. -
Partiya Çep a Komarparêz a Katalonya dagirkerî şermezar kir
Partiya Çep a Komarparêz a Katalnoya ku ji bo serxwebûna têkoşînê dike, dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Zapê ya li Başûrê Kurdistanê. -
Par 3 hezar koçber di behrê de xeniqîn
Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî di sala 2021’an de 3 hezar koçber dema xwestin biçin Ewropayê di behrê de xeniqîne. -
Li Hindistan û Pakistanê germahiyeke zêde
Li Hindistan û Pakistanê germahî gelekî zêde çêbû. Ji ber ku elektrîk tê birîn ev rewş girantir dibe. -
Li Qudsê dîsa şer derket: 42 Filistînî birîndar bûn
Li Girê Perestgehê ku Mescîd-î Eqsa ya Qudsa Rojhilat li wê derê ye, dîsa di navbera xwepêşanderên Filistînî û polîsên Îsraîlê de şer derket. Di encama şer de zêdeyî 40 Filistînî birîndar bûn. -
Li Efganistanê, di mizgefta Suniyan de teqîn çêbû, 10 kes mirin
Di mizgefteke Suniyan a li Kabîla paytexta Efganistanê teqîn çêbû. nêzî 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Bi şerê Ukraynayê re dewletan dest bi kirîna çekan kirin
Bi şerê Ukraynayê re li temamî dinyayê kirîna çekan zêde bû. Di sala 2020’an de li dinyayê bi 1981 milyar dolaran çek hatine kirîn. -
Bandora şerê Ûkraynayê li ser ewlehiya nan û dan zêde dibe
Di pêvajoya şerê Rûsya û Ûkraynayê re bihayê zexîreyan ji sedî 12,6 zêde bûye. Tê payîn ku meha Nîsanê jî hema bibêje bi heman rêjeyê zêde dibe. -
Li Efganistanê di du mînîbusan de teqîn: Herî kêm 9 kes mirin
Li bajarê Mazar-i-Şerîf ê bakurê Efganistanê 2 mînîbusên bombebarkirî pêk hatin, herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Zanîngeha Harvardê dixwaza rabirdûya xwe ya koletî paqij bike
Zanîngeha Harvardê ji bo 'sererastkirina' rabirdûya xwe ya koletiyê fonek ji 100 milyon dolarî ava kir. -
Leşkerên Kolombiyayê li qetilkirina sivîlan mikur hatin
Li Kolombiyayê 10 leşkerên teqawîtbûyî li xwe mikur hatin ku di navbera salên 2007 û 2008'an de 120 ciwan bi rengekî bêrehm qetil kirin û piştre jî mîna gerîla ne nîşan dan. -
Li Haîtiyê di şerê çeteyan de herî kêm 18 sivîl hatin kuştin
Di şerê di navbera çeteyan ên ji bo bidestxistina taxên bakurê Port-aû-Prînce a paytexta Haîtiyê de, hat ragihandin ku herî kêm 18 sivîl hatine kuştin. -
Li Etiyopyayê êrîşî Mislimanan hat kirin: Herî kêm 20 kes mirin
Hat ragihandin ku li herêma Amhara ya bakurê rojavayê Etiyopyayê di êrîşa Xiristiyananên tundrew a li dijî Mislimanan de herî kêm 20 kes mirin. -
Li Kolombiyayê ji destpêka salê û vir ve 52 aktîvîst hatin kuştin
Li Kolombiyayê bûyerên tundiyê naqedin. Di nava 4 mehên destpêkê yên vê salê de 52 aktîvîst hatin kuştin ku ji bo mafên gelên xwecihî û cotkaran têdikoşiyan. -
Li Sûdanê zêdetirê 200 sivîl hatin kuştin
Hat ragihandin ku li herêma Darfûrê ya Sûdanê di encama êrîşên li gelê sivîl de, zêdeyî 200 kesan jiyana xwe ji dest daye. -
Fuat Hisên lihevkirina Tirkiye-Iraq a ketina xaka Iraqê eşkere kir
Wezîrê Karê Derve yê Iraqê ragihand ku li gorî lihevkirina Iraq û Tirkiyeyê, Tirkiye tenê dikare 5 kêlometre bikeve nav xaka Iraqê, lê divê piştî wê 72 saetan carek din ji Iraqê derbikeve. -
Li gorî Awûstralyayê, Çîn ji bo peymanên navneteweyî 'bertîl'ê dide!
Wezîrê Parastinê yê Awûstralyayê Peter Dutton Çîn bi 'nelirêtiyê' sûcdar kir ku di peymanên navneteweyî de bi taybetî jî li Afrîkayê bertîlê dide.