CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Parastina xurekan zêdetir dibe
Nan ji bo parastina îstîkrara dinyayê yek ji tişta herî girîng e û bi awayekî xetere roj bi roj bihatir dibe. -
Raportora taybet a NY'ê: Pêkanînên li ser Îranê îllegal in, bandoreke xwe ya giran heye
Piştî 17 salan raportoreke Neteweyên Yekbûyî serdana Îranê kir. Raportora taybet Alena Douhan ji bo pêkanînên DYE'yê yên li ser Îranê got, "îllegal" e û ji aliyê mirovî ve "bandoreke xwe ya giran" heye. -
12 welatan ambargoya îxracatê danîn ser xurekê
Ji destpêka şerê hegemonyayê yê li ser Ûkraynayê û vir ve 12 welatên ku herî zêde îxracata madeyên çandiniyê dikin, biryar dan ku ambargoya îxracatê deynin ser madeyên xurekê bi taybetî jî zad. -
Fînlandiya û Swêdê serlêdana xwe ya tevlêbûna NATO’yê şand
Fînlandiya û Swêde ji bo ketina nav NATO’yê bi fermî sêrlêdan kirin. Kremlîn ragihand ku tevlêbûna NATO’yê ya Fîndandiyayê wê bibe gefek ji bo Rûsyayê. Pêvajoya endamtiyê dibe ku salekê biajo û divê heq ji îtîrazên Tirkiyeyê bihê derketin. -
Li Iraqê 4 hezar kes ji ber tozê nexweş ketin
Li Iraqê û Başûrê Kurdistanê ji ber bayê tozê 4 hezar kes nexweş ketin û çûn nexweşxaneyê. -
Pentagon: Hejmara cismên nayên pênasekirin zêde bûye
Emerîkayê li ser cismên ku nayên pênasekirin, piştî 50 salan yekemcar civîneke taybet lidar xist. Di rûniştinê de hate gotin, "Bûyerên hewayî yên nayên pênasekirin" zêde bûne. -
Ajokarên li Îranê çalaki li dar xistin, hatin destgîrkirin
Li paytexta Îran Tehranê, bi dehan ajokar bi daxwaza zêdekirina mehaneya xwe ketin grevê û daketin qadan. Di roja duyemîn a çalakiyê de hêzên dewletê ajokar destgîr kirin. -
Piraniya nifûsa Erebistana Siûdî zêde qelew e
Ji sedî 59 ê nifûsa Qraliyeta Siûdî zêde qelew e yan jî pirsgirêka obezîteyê pê re heye. -
Demokratên Civakî yên Elman li NRW’ê têk çûn
Partiya SPD a Serokwezîrê Elmanya Olaf Scholz, di hilbijartinên eyaleta Bakurê Ren-Westfalya (NRW) bi ferqeke zêde, li paş CDU ya kevneparêz ma. -
Îran bi plansaziya firotina Ewropayê ya gaza xwe re mijûl e
Di demeke wiha ya ku ji ber şerê Ûkraynayê buhayê enerjiyê zêde bûye de, Îran, bi îhtimala ku wê gaza xwe bifiroşe Ewropayê re mijûl dibe. -
Zêdetirî 10 mîlyon kes li Sahelê di bin xeteriya birçîbûnê de ne
Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (CICR) hişyarî da ku zêdetirî 10,5 mîlyon mirov li Burkîna Faso, Malî, Nîjer û Morîtanyayê di bin xeteriya birçîbûnê de ne. -
Îsraîlê êrişeke hewayî li ser Sûriyê pêkanî: 5 kes mirin
Li gorî çavkaniyên hikûmeta Şamê, Îsraîlê li navenda Sûriyê êrîşeke hewayî pêk anî û di encamê de 5 kes hatin kuştin ku yek ji wan sivîl bû. -
Xwepêşandanên li dijî bilindkirina bihayê xwarinê li Îranê berfireh dibe
Di rojên dawî de li gelek bajaran li dijî bihabûna madeyên xwarinê li Îranê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. -
Ji ber ziwatiyê qopik li ser pişta hêştirên Etiyopyayê namîne
Li hin herêmên Etiyopyayê zêdeyî 18 meh in baran nabare. Hêştir ji ber ku nikare têr xwarinê bixwe, qopikê xwe winda dike. -
Nûçegihaneke Filistînî hate kuştin
Rêveberiya qenala El Cezîre ragihand ku nûçegihana wan Şîrîn Ebû Aqle li Filistînê ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatiye kuştin. -
Li Srî Lankayê sîstem hilweşiya, kaos giran dibe
Li Srî Lankayê bi xwepêşandanên ku bi hefteyan dewam dikin re krîz girantir dibe. Sîstema ku xwe dispêre globalbûna bazirganiyê û ji aliyê klana Rajapaksa ve tê birêvebirin bi temamî hilweşiya ye. -
Îranê berteka çêkirina bendavê nîşanê dewleta Tirk da
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emir Abdûllahiyan, bertek nîşanê dewleta Tirk da ku çima li ser sînorê di navbira her du welatan de li ber rûbar bendavan lê dike. -
Li girtîgeheke Ekvadorê şer qewimî: 43 kes mirin, 100 kes reviyan
Li girtîgeheke Ekvadorê, di şerê navbera çeteyan de herî kêm 43 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 100 girtî reviyan. -
Li Sûdan a Başûr nexweşiya kolerayê ji nû ve der bû
Li Sûdan a Başûr, piştî sala 2017'an careke din nexweşiya kolerayê der bû. Kesekî jiyana xwe ji dest da. -
Li peravên Sahra Rojava zêdeyî 40 koçber fetisîn
Li peravên Sahra Rojava ya li başûrê Fasê, keştiyek noqî binê avê bû. Hate ragihandin ku 44 koçberan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Nîjeryayê çeteyan êrîşê sê gundan kir: Herî kêm 48 kes hatin kuştin
Çeteyan bi çekan êrîşî sê gundên Rojavayê Bakurê Nîjeryayê kir û di encama erîşê de herî kêm 48 kes hatin kuştin. -
Li Haîtîyê terora çeteyan
Haîtî her roj zêdetir xwe radestî çeteyan dike. Di şer û pevçûnên dawî yên di navbera du çeteyên dijber de li taxa bakurê paytextê herî kêm 75 kes hatin kuştin ku di nav wan de jin û zarok jî hene. -
Hevgirtina Siûdiyan bi dehan girtiyên Hûsî serbest berdan
Koalîsyona Ereban a bi pêşengiya Erebistana Siûdî di çarçoveyeke wek ‘insanî’ pênase dike de, ragihand ku girtiyên Hûsî yên di destên xwe de berdane. -
Li Kubayê di otelekê de teqîn çêbû: Herî kêm 8 kes mirin, 30 kes birîndar bûn
Di encama teqîneke bihêz ya di otelek a paytexta Kuba Havanayê qewimî de herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn. -
Li Sûdanê xwepêşanderek bi wesayîteke zirxî hat qetilkirin
Li bajarê Xartûm a paytexta Sûdanê, di dema çalakiya li dijî desthilata leşkerî de, wesayîteke zirxî ya hêzên girêdayî darbekaran, xwepêşanderek perçiqandin û qetilkirin.