Gelek welat ji bo aboriya xwe ji krîzê rizgar bikin, ji bo biryara mayina li malê rake nîqaş dikin ku bi armanca tevdîrê şopandineke mobîl bixin rojeva xwe.
Komîserê Bazara Navxweyî ya Yekîtiya Ewropayê Thîerry Breton tevlî bernameya Le Grand Jûry bû ku li RTL, Le Bîgaro û LCI hate weşandin û got, "Tiştekî wiha ne mijara gotinê ye. Em ê tu carî piştgiriyê nedin tevdîrên zordar."
Breton diyar kir, bernameya bernamya şopandina îzolasyonê tenê "li ser bingeha dilxwazî" dikare bibe.
Breton anî ziman, ev yek jî tenê divê ji aliyê meqamên tenduristiyê ve bê bikaranîn û got, "Divê meqamên edlî, polîs an jî bazirganiyê û saziya sîgortayê nikaribin xwe bigihînin vê yekê."
Breton ragihand, pîvanên navborî di nava 'qutiya amûrê' de ya Komîsyona Ewropayê cih digirin û qutî di mijara tiştên divê bên kirin û yên neyên kirin de rê nîşan dide.
Breton destnîşan kir, ew dixwazin hefteya bê yan jî di nava 10 rojan de welatên endam hemû vê yekê qebûl bikn û got, "Em ê xetên sor ên gelekî eşkere pêşniyar bikin."
Hikumeta Fransayê hefteya derbasbûyî diyar kiribû ku ew li ser bernameyeke bi navê "StopCovîd" dixebitin. Bi rêya vê bernameyê tê xwestin, bi rêya bluetoothê danûstandina nexweş bi bikarhênerên din bê tespîtkirin. Her çend tê îdîakirin ku ev bername nepen e, lê belê di vê serdema teknolojîk de nepenîtiya vê bernameyê nepêkan e.
Gelek welat niha li ser bernameya şopandina îzolasyonê dixebite. Tevî Fransa, hikumeta Elman xwe amade dike ku bernameya şopandina mobîl a bi hinceta pandemiya vîrûsa koronayê bide destpêkirin.
Fikar tên kirin, mekanîzmayên nû yên kontrolkirinê ku dewlet di vê dema krîzê de çêdikin, piştî krîzê mayinde bibin. Dema ku 20-30 salên dawî tên nirxandin, tê dîtin ku her tevdîra di dema krîzê de hatiye wergirtin, piştre bi rê û rêbazekê hatiye domandin.