Vîrûsa korona li Ekvador a xizan bû sedema kaosê
Li paytexta Ekvador Guayaquilê bi sedan cesed ji ber ku li morgan û nexweşxaneyan cih nîne li malan tên hiştin. Hin cesed jî li kolanan man. Ev yek bû sembola kaosa vîrûsa koronayê li welatekî xizan.
Li paytexta Ekvador Guayaquilê bi sedan cesed ji ber ku li morgan û nexweşxaneyan cih nîne li malan tên hiştin. Hin cesed jî li kolanan man. Ev yek bû sembola kaosa vîrûsa koronayê li welatekî xizan.
Ekvador ku nifûsa xwe 17.5 milyon e, piştî Brezîlyayê li Latîn Emerîkayê ew welat e ku herî zêde ketiye bin bandora pandemiya Covîd-19.
Li gorî daneyên fermî 7 hezar û 500 nexweşên bi vîrûsê hatine tespîtkirin û 333 kesî jiyana xwe ji dest dane. Rayedaran rewşa lezgîn a tenduristiyê ragihandin û sînor girtin.
Lê belê rastî tabloyeke tirsnak radixe pêş çavan. Li bajarê Guayaquilê ku nifûsa xwe 2.7 milyon e û bajarekî bendergehê ye, hêzên taybet sê hefte ne cesedan kom dikin. Fermandarê yekîneya taybet Jorge Wated diyar kir ku hejmara cenazeyên ku wan ji malan kom kirine 700 derbas kiriye.
Hate ragihandin ku ev hêza ji polîs û leşkeran pêk tê 771 cenaze kom kirine. Li nexweşxaneyên ku morgên wan tijî ne herî kêm 631 cenaze hene. Wated li ser Twîtterê ev bîlanço eşkere kir û ragihand ku rayedar eşkere nakin ku 1400 mirov ji ber çi mirine.
Li gorî daneyên fermî 72 ji sedî yê nexweş û qurbaniyan li eyaleta Guayasê ne ku bajarê Guayaquilê jî di nav de ye. Tê gotin, tenê li paytext Guayaquilê derdora 4 hezar nexweşên Covîd-19 hene.
Hin cenaze di nava kîsên plastîk ên reş de li kolanan e. Di dîmenên ku li medyaya dîjîtal hatin weşandin de, cenazeyên hatine terikandin û bangên alîkariyê yên malbatên dixwazin miriyên xwe veşêrin hene.
Hikumetê ev barê malbatan ku ji ber pirsgirêkên malî û sedemên cuda nikarin veşêrin, da ser milê xwe. Jorge Wated roja Yekşemê diyar kir ku cenazeyê 600 kesên nasnameyên wan hatin tespîtkirin hatin veşartin. Merasîma veşartinê jî bêyî amadebûna ferdên malbatê tê kirin. Navê kesên jiyana xwe ji dest dane li portaleke elektronîk cih digire ku ji aliyê hikumetê ve hatiye avakirin.
Li gorî Wated, beriya niha bi du hefteyan pisporên tenduristiyê ragihandin ku hejmara qurbaniyên Covîd-19 tenê li eyaleta Guayasê wê ji 2 hezar û 500 heta 3 hezar 500 kesî be.
Li Guayaquilê li gorî daneyên fermî rêjeya xizaniyê gihîşt 11.2 ji sedî. Bêkarî jî derdora 20 ji sedî yê nifûsê ye.
Ekvador, ji ber ku du xetên petrolê hatin rawestandin, ji hatineya petrolê jî bêpar maye. Tê gotin ku tamîrata xetên petrolê wê mehekê bidome.
Ev welatê ku di heman demê de deyndarê ÎMF'ê ye, hefteya derbasbûyî xwest faîza ji 811 milyon dolarî ku hefteya derbasbûyî diviyabû bida, bê taloqkirin.
Ekvador, di Cotmeha 2019'an de ji ber du qat bûna buhayê sotemeniyê kete nava krîzeke giran a civakî. Di bûyerê de 8 kesî jiyana xwe ji dest dabûn, hikumetê neçar mabû ku zêdebûna buhayê sotemeniyê betal bike.