Ji mêj ve bû ku moşekên Rûsyayê yên bi navê Iskander yên li Kalîngradê, yên di navbeyna Polonya û Lîtvanyayê de dihate nîqaşkirin. Hatibû diyarkirin ku moşekên ku îro Rûsyayê bi fermî qebûl kir ku ew moşek hene û bi hinceta ‘ewlehiya herêmê’ bi cih kirine, dikarin serikê nukleerê jî li wan were xistin.
Tê zanîn moşekên ku behsa wan tê kirin, li gel Polonya û sê welatên Balitkê Lîtvanya, Letonya û Estonyayê ku van salên dawî têkilya wan bi Rûsyayê re ne baş e, bi wê menzîlê ne ku dikarin bigihin welatên dî jî. Heke mirov lê bifikire ku moşekên Iskandar ku serikên atomê jî dikarin li wan werin xistin û menzîla wan 500 kîlometre ye, li gel welatên navborî Elmanya, Danîmarka, Swêd û Ukrayna jî dkevine ber menzîla van moşekan.
Hatibû îdîakirin ku moşekên Iskander bersivek e li dijî moşekên NATO’yê ku par li welatên Baltikê û Polonyayê li Kalînîngradê hatibûn bicihkirin. Tê zanîn ku Rûsya bi vê gava xwe dixwaze zexta li ser welatên Rojhilatê Ewropayê yên endamên YE’yê û NATO’yê zêde bike.