Li gorî Neteweyên Yekbûyî vegera li rewşa asayî bi derziyê pêkane

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres destnîşan kir, vegera li jiyana asayî ya li cîhanê bi çêkirina derziyek li dijî vîrûsê dibe.

Gûterres got, "Piştî ku li dijî Covîd-19 derziyeke pê bawer û bi bandor hate çêkirin, hingî hesta asayîbûnê wê li cîhanê vegere."

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres diyar kir ku ew hêvîdar e heta dawiya salê derziyek bê amadekirin û got, "Derziyeke bi vî rengî wê jiyana bi milyonan mirovî û bi milyaran dolarî rizgar bike."

Gûterres bi rêveberên 50 welatên Efrîkayê yên endamên Neteweyên Yekbûyî re vîdeokonferans kir û xwest, karê ji bo çêkirina derziyê bê zêdekirin û her kes karibe jê sûdê werbigire.

Gûterres anî ziman, bi saya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Neteweyên Yekbûyî kariye amûra testa Covîd-19 bide 47 welatên Efrîkayê û kêfxweşiya xwe ya ji ber vê yekê anî ziman.