Bi hezaran koçber vedigerin Venezûelayê
Bi hezaran koçber ji ber krîza tenduristiyê ya Covîd-19 di ser Kolombiyayê re vegeriyan Venezûelayê. Bi hezaran koçber jî di rê de ne.
Bi hezaran koçber ji ber krîza tenduristiyê ya Covîd-19 di ser Kolombiyayê re vegeriyan Venezûelayê. Bi hezaran koçber jî di rê de ne.
Tevî tevdîrên mayina li malê, rayedarên Kolombiyayê ji bo koçberên dixwazin vegerin Venezûelayê korîdorek însanî vekirin.
Rojên dawî zêdeyî 2 hezar koçber vegeriyan Venezûelayê. Ji 3 hezar heta 5 hezar koçberî ji Perû û Ekvatorê veqetiyan û di ser Kolombiyayê re hewl didin vegerin Venezûelayê.
Serokdewletê Venezûelayê Nîcolas Madûro beriya bi demeke kurt daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku hefteyên bê ew li benda vegera 15 hezar kesî ne.
Rayedarekî Venezûelayî diyar kir ku her kesê di ser Kolombiyayê re ji bejahî vegeriya Venezûelayê wê 15 rojan di karantînayê de bimînin.
Rayedar got, "Bi binesaziyeke xurt divê em xwe ji pêleke hatina mirovan re amade bikin."
Li Venezûelayê ji 13'ê Adarê û vir ve li gorî daneyên fermî 165 kesên bi vîrûsa koronayê hatin tespîtkirin û 7 ji wan jiyana xwe ji dest dan.
Rêveberiya Madûro ji bo pêşî li belavbûna şewbê bigire, biryarnameyek weşand ku her kesên li welêt 3 hefteyan li malê bimînin.
Li Venezûealyê ku di nava krîza herî giran a aboriyê de ye ji sala 2015'an û vir ve li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî 4.9 milyon kesî welat terikandin. Nîvê van jî li Kolombiyayê ye.