ÇAND Û HUNER
Belgefîlma "Rojiya Jiyanê” ku ji hêla hunermendên TEV ÇAND û Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve hat amadekirin, bîra Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û Zindana Amed bi vegotineke helbestî wê derkeve pêşberî temaşevanan.
Di encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî de hate ragihandin ku "Înîsiyatîfa Sînemagerên Kurd" hatiye avakirin. Di encamnameyê de hate gotin, "Pêwîstî bi rêxistiniyeke xurt a demokratîkbûnê heye."
Roja duyemîn a Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên zarokan, meşa çandî û bi defîleya cilên neteweyî ji herêmên cuda yên Kurdistanê rastî eleqeyek mezin hat.
Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê bû qada ji rê û resmên Êzdatiyê. Şahî bi girseyî û coş pêk hat.
Tîrêj Roj: “Hunera wê bûye pêşenga tarzeke neteweyî ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dagirkeran, bi hunera xwe çand û zimanê Kurdî parastiye, ji hezaran jinên ciwan re bûye çavkaniya îlhamê.”
Hemû Nûçe
-
Hûsson: Jin, jiyan, azadî nîşaneya felsefeya Ocalan e
Fîlmê Keçên Rojê ku qala berxwedana jinên Kurd dike li Cenevreyê hate nîşandan. Eleqeyek mezin ji bo fîlm hate nîşandan û derhêner Hûsson wiha got; “Dirûşmeya jin, jiyan, azadî nîşaneya têkoşîna hevpar û azadiya jinên cîhanê dide nîşandan.”
-
Di navbeya mirinê û nên de kolber!
Rejîma Îranê van mehên dawî li ser xeta sînor gelek kolber kuştin. Rejîma Îranê ya ku bi sîstematîk herêmê hejar dike, bi komandoyên mirinê kesên ku debara xwe bi kolberiyê dikin, dikuje.
-
-
-
-
Li Silêmaniyê Festîvala Fîlman hate lidarxistin
Festîvala Fîlman a Silêmanî ya 3’emîn 10’ê Cotmehê li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê hate lidarxistin. Ji 52 welatan derhênerên fîlman beşdarî festîvalê bûn û di festîvalê de eleqeyek mezin ji bo fîlmê 14’ê Tîrmehê û Keçên Rojê hate nîşandan.
-
Çîroka kesên ku li edaletê digerin: Zerfa zer
Pirtûka destpêkê ya dîroka nêz Zerfa Zer li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê gihişt xwîneran. Akin Bîrdal got; “Zerfa Zer çîroka meşa hêviya edalet, demokratî, aşitî û mafê mirovan e.”
-
-
-
Belgefilmê ‘Efsaneya Çîrkîn Kiral’ tê nîşandan
Belgefilmê bin navê ‘Efsaneya Qiralê Kirêt’ (Çîrkîn Kiral Efsanesî) ê ku jiyana Yilmaz Guney ku Derhêneriya wê Huseyîn Tabak dike wê 11’ê Cotmehê û vir ve li Elmanyayê di sînemayan de bê nîşandan.
-
-
Cil û bergên Kurdewarî didirû
Terzî Nîhat Tezer ku li kêleka sûka şewitî ya navçeya Sûrê ya Amedê kiras, fistan, şal û şapikan çêdike, diyar kir ku 7 sal e karê dirûnkeriyê dike û cil û bergên gelerî yên çar parçeyên Kurdistanê didirû.
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
Çîrokên kesên xwe feda kirin: Barana Ewran
Pirtûka Denîz Bilgî, ''Barana Ewran /Di kozikên Kobanê de çîrokên berxwedanê'' (Bulut Yağmuru/Kobanê siperlerinde direniş hikayeleri'' derket. Pirtûk berxwedana Kobanê kiriye mijara xwe û ji 150 çîrokî pêk tê.
-
Rîtma çiyê ya gerîla Tolhildan
Delîl Tolhildan ku beriya şoreşa Rojava di nav xebatên çand û hunerê de bû got ew dixwaze xeyala hevrêyên xwe yên şehîd pêk bîne û domand, ‘’Peywira min e ku ez li nirxên Hozan Mizgîn, Şehîd Sefkan afirandine xwedî derkevim’’.