ÇAND Û HUNER
Roja duyemîn a Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên zarokan, meşa çandî û bi defîleya cilên neteweyî ji herêmên cuda yên Kurdistanê rastî eleqeyek mezin hat.
Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê bû qada ji rê û resmên Êzdatiyê. Şahî bi girseyî û coş pêk hat.
Tîrêj Roj: “Hunera wê bûye pêşenga tarzeke neteweyî ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dagirkeran, bi hunera xwe çand û zimanê Kurdî parastiye, ji hezaran jinên ciwan re bûye çavkaniya îlhamê.”
Akademiya Şehîd Sefkan û Komîna Şano ya Çiya, bi wesîleya Roja Şano ya Cîhanî û 22’yemîn salvegera şehadeta şanogerê şoreşger Yekta Herekol, xebateke taybet a şanoyê amade kirin.
Rojnameya Komînal bi 'Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk' a Rêber Apo dest bi weşana xwe dike.
Hemû Nûçe
-
-
Li bajarê Kerkûkê semînera zimanê Kurdî
Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Hola Rewşenbîrî ya Kerkûkê dibin navê ‘Li Kerkûkê rewşa zimanê Kurdî’ Semînerek ji aliyê pisporê zimanê Kurdî Heval Dara ve hate sazkirin.
-
-
-
HDP: Ev 100 sal in qedexeya li ser Kurdî sîstematîk e
HDP'ê ji bo 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî daxuyaniyek da û got, ''Qedexekirina zimanê dayikê û bişaftina zimanan sûcekî li dijî mirovahiyê ye ku ev nêzî 100 sal in bi awayekî sîstematîk tê meşandin. ''
-
-
'Divê zarok bi çanda Kurdî bên mezinkirin'
Hevserokê MED-DER'ê Mehmet Esen da zanîn ku polîtîkayên dewletê yên li dijî ziman û çanda Kurdan ji dîrokê heta roja îro berdewam dike û ji malbatên Kurd xwest ku zarokên xwe bi çanda Kurdewarî mezin bikin.
-
Hunermendên TEV-ÇAND’ê Bêrîvan Alp bibîr anî
Hunermendên TEV-ÇAND’ê bi daxuyaniyeke nivîskî hunermend Bêrîvan Alp a 14’ê Sibatê di encama nexweşiya penceşêrê de jiyana xwe ji dest dabû bibîr anî û diyar kir ku Alp ji salên dûr û dirêj ve mala xwe ji stran û muzîka Kurdî re vedabû.
-
Atolyeya şanoya Kurdî ava bû
Li atolyeya Şanoya Kurdî ya li Stenbolê di 16'ê Sibatê de dersên şanoyê dest pê kirin. Mamosteya atolyeyê şanoger Berfîn Zenderlîoglû got, "Eger Kurdî venaguhere çanda şanoyê hingî di vir de berpirsyariya her kesî heye."
-
-
-
-
-
-
Dayika Fatma: Helbest nasname û eynika civakê ye
Fatma Taşli ya 53 salî hê zarok bûye dest bi xwendina helbestan dike. Qet helbest nenivîsiye, piştî kurê wê yê gerîla dibê 'Dayê tu hêj helbestan dixwînî?' bersiva erê didê û li ser daxwaza kurê xwe dest bi nivîsandina helbestan dike.
-
-
-
-
-
-
-
Li Kampa Mexmûrê 7 lîstik pêşkêş kirin
Sîrwan Kanat ê yek ji lîstikvanê şanoyê ye li Mexmûrê diyar kir ku heta niha 7 lîstik lîstine. Kanat anî ziman ku demek kin wê bi lîstikên nû derkevin pêşiya gel û bal kişand ku yekîtiya netewî ji bo xebatên nûnerê xwedî wateyek girîng e.
-
'Kurdî ji dagirker û desthilatdaran mezintir e'
Parlamentera HDP'ê Dersim Dag bal kişande ser pergala asîmîlasyonê ya li dijî Kurdî û got, "Hêza zimanê Kurdî, ji lewra zimanê Kurdî, ji hemû pergalên dagirker û desthilatdar yên li Kurdistanê mezintir e."
-
Şano sînoran ji holê radike
Şanoger Berfîn Emektar diyar kir, şano beşeke girîng a hunerê ye, bandorê li civakê dike û got, "Şano sînoran ji holê radike."
-